Werîsê Sor ji Avestayê derçû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Nîsan 2021 - 05:22

  • Pirtûka helbestan a Alan Ward a bi navê “Werîsê Sor” bi Kurdî û Tirkî ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûka helbestan a Alan Ward a bi navê “Werîsê Sor” bi Kurdî ji Weşanên Avestayê derket. Kitêb bi amadekarî û wergêriya Adnan Çelik û Ergin Opengin bi Kurmancî û Tirkî derket. 

Waşanxaneya Avestayê li gel helbestekê Alan Ward wiha dide nasîn: "Payiza 1960’an ciwanekî Îrlendî bi navê Alan Ward ku hêj 23 salî bû hate Diyarbekirê û di Koleja Perwerde ya Diyarbekirê de (Diyarbakır Maarif Koleji) wek mamosteyê ingilîzî û matematîkê dest bi kar kir. Hêj çar mehên xwe tijî nekirî ji karê xwe hat dûrxistin û izna wî ya îqametê hate betalkirin. Ev yek ne ji ber kêmasiya wî ya mamosteyî bû, lê ji lewma bû ku fêrî kurdî bûbû û bi xwendekaran re bi kurdî xeber dida. Ew ciwanê dilsoz û qedrzan vegeriya welatê xwe. Lê ewqas di bin bandora Diyarbekir û kurdan de mabû ku wî tu caran ew ji bîr nekirin. Salekê li ser wan çar mehên xwe yên li Diyarbekirê û hevalên xwe yên kurd hizirî û helbesteke dirêj nivîsî bi navê La Còrda Roja anku Werîsê Sor, û di sala 1964’an de bi zimanê oksîtanî û frensî çap kir. Ev berhema di destê we de wergera vê helbestê ye, ku bi vê bangê dest pê dike;

Roja tu min darda dikî, birayê tirk
roja tu min darda dikî, ho turkmen
bila sor be werîsê min
sor wek çem
sor wek Dîcle li demsala baranan"

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.