- Ahu Ozturk: Divê hûn tiştekî wisa binivisînin ku qîmeteke wê hebe. Divê em wêrek bin û tiştên em dixwazin behsê bikin bi wêrekî bînin ziman. Karektêrên ku em ava dikin divê ji hişmendiya nêrzatiyê rizgar bibin û vê yekê jî tenê nihêrîna jinê dikare pêk bîne.
Di çarçoveya projeya “Merîdyenên Binevşî” (Mor Meridyenler) de ya ku bi hevkariya Komeleya Jinê ya Rosa, Ovni Barcelona û Streemthingsê bi rê ve diçe, derhênerên jin hatin gel hev û li ser sînemayê axivîn. Eurimages jî piştgiriyê dide vê projeyê. Derhênerên ku li navenda çandê ya Mordemê hatin cem hev, di roja yekê ya çalakiyên sînemayê de li ser sînemayê nîqaş kirin û wan li filman temaşe kirin. Di du rojan de yanî 15-16 Çile, 18 filmên jinan hatin nîşandan.
Di roja yekê de panela bi navê “Rola jinan di sînemayê de” hat lidarxistin û moderatoriya panelê endama komeleya Rosa, Ruken Erguneş kir.
Her wiha derhênerên jin Elîf Yigit, Guliz Saglam û Ahu Ozturk jî weke mêvan beşdarî panelê bûn û behsa serpêhatiyên xwe yên sînemayê kirin.
Di panelê de temsîliyeta jinê ya di sînemayê de, di sînemayê de rêxistin û piştevaniya jinan, sînemaya belgeyî, ezmûn û cerebeyên jinan ên di pêvajoya çêkirina filman de hat nîqaşkirin.
‘Sînema warekî nêrza ye’
Derhênera jin Elîf Yigit got, ev 6 sal in ew di nav sektora sînemayê de ye û van du salên dawiyê jî bi filmên belgeyî re mijûl e. Elîf Yigit got, ew hîna ciwan e û cihgirtina wê ya di projeyeke wiha de cihê şanaziyê ye ji bo wê. Yigit got, “Sînema warekî nêrza ye, lê heger mirov hem jin û hem jî sînemagereke Kurd be, hingê divê mirov du caran li ber xwe bide” û wiha dewam kir: “Di nav civaka me de tişta herî baş derdê me derdibire sînema ye li gorî min. Di sînemayê de mêr her tim bi heman awayî behsa jinê dikin. Ev yek jî nihêrîneke çewt e. Li hemberî vê hişmendiyê, min ev rê da ber xwe û min got, tenê jin dikare jinê baş rave bike di warê sînemayê de.”
‘Em ê tim li ber xwe bidin’
Gulîz Saglam jî weke derhênera filmên belgeyî tê naskirin û gelek berhemên wê hene. Wê jî rewşa siyasî ya Tirkiye û Kurdistanê nirxand û got, “Li meydanan tim jin dijayetiyê dikin û ew li pêş in. Em ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin. Em ê tim li ber xwe bidin û dev ji vê berxwedana xwe bernedin.”
Gulîz Saglamê, di salên 1990’î de dest bi sînemayê kiriye. Ew balê dibe ser wan salan û dibêje, li gorî wan salan, niha jin bêhtir di warê sînemayê de çalak in û ew hişmendiya nêrzatiyê ya di sînemayê de jî hatiye şikandin. Saglam got, di van demên dawiyê de jin bêhtir dixebitin di sînemayê de û ji bo vê yekê jî bi awayekî kolektîf li ber xwe didin. Saglam herî dawî got, “Ji hêlekê ve em li mafên xwe digerin, ji hêlekê ve em hebûna xwe didin qebûlkirinê û ji hêleke din ve jî em têkoşîneke bîrdoziyê dimeşînin.”
‘Astengî naqedin’
Derhêner Ahu Ozturk hezkirina xwe ya sînemayê anî ziman û got, wê di salên 1990’î de li NÇM’yê dest bi karê sînemayê kiriye. Ahu Ozturk, rewşa sektorên sînemayê rexne kir û got, ji ber ku ew derhênereke jin a Kurd e û keseke politîk e, tim bi reaksiyonên ne baş re rû bi rû maye.
Ozturk got, kesên di sektorê de dixebitin, bêhtir kesên ji çîna navîn in û zaf ji wan jî “Tirkên Spî” ne. Ozturk wiha dirêjî da axavtina xwe, “Di setên filman de kesên ku di tîma dîtbariyê de cih digirin giş mêr in û ev mêr jinan piçûk dibînin. Çawa ku bi wan kabloyan karekî pirr serketî dikin, xwe weke astronotan dibînin. Em jin van çavdêriyan tim dikin. Nexasim tu derhênereke jin bî, li hemberî te astengî naqedin, dema tu ducanî yî pirsgirêk e, dema zarok çêdibe pirsgirêk e, yanî dema tu jin bî astengî bi dawî nabin.”
‘Divê em wêrek bin’
Ozturk got, li hemberî van astengiyan divê jin her tim senaryoyên bi hêz binivîsînin û filmên baş çêkin. Ozturk ji bo vê yekê jî bal bir ser wêrekiyê û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Divê hûn tiştekî wisa binivîsînin ku qîmetekî wê hebe. Divê em wêrek bin û tiştên em dixwazin, bi wêrekî bînin ziman. Karektêrên ku em ava dikin divê ji hişmendiya nêrzatiyê rizgar bibin û tenê nihêrîna jinê dikare vê yekê pêk bîne. Erê, rast e, di warê sînemayê de gelek hêlên ne baş hene ji bo me, lê ji hêlekê ve jî divê em hin tiştên taybet zeft bikin û li ser wan bisekinin. Di van 10 salên dawiyê de em gelek filmên baş dibinîn di sînemayê de, ji lewre jin hemû hûrgiliyan baş dibînin û wan vedibêjin.”
Piştî panel bi dawî bû li salonê film hatin nîşandan. Derhênerên filman jî li salonê hazir bûn û piştî filman bersiv dan pirsên temaşevanan.
Nîşandana filman du rojan dewam kir û 18 filmên jinan ku di navê de kurtefilm, belgefilm û metrajdirêj hebûn, hatin nîşandan.
AMED