- Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê, ji 9’ê adara 2021’an heta niha li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digirin.
EMRÛLLAH ACAR / MA/RIHA
Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza edaletê, ji 9’ê adara 2021’an heta niha li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digirin. Malbatê dengê xwe gihand herkesî lê hêj jî xebatkarên edliyeyê û Wezareta Edaletê li dengê wan neguhdar in. Li hêla din, ji siyasetmedaran heta hunermend, hiqûqnas, rêxistinên civaka sivîl û welatî jî di nav de, bi sedan kes diçin serdana malbatê û piştgirî didin çalakiyê.
Welatiyê bi navê Celal Altûn ku ji têkoşîna dayika Emîne Şenyaşar bibandor dibe, ji bo piştgiriya bi malbatê re helbestek nivîsand.
Altûn, di helbesta xwe ya bi navê ‘Were Dayê Were’ de balê dikişîne ser êş û berxwedana dayika Emîne.
Celal Altûn ku li navçeya Eyyûbiye ya Rihayê dijî, ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re û vegotina êş û berxwedana wan, helbestek nivîsand. Altûn, dibêje ku rojek ji rojan ji bo dozekê diçe ber edliyeyê û li qîrînên dayika Emîne Şenyaşar rast tê. Altûn, got ku piştî wê bûyerê, gelek caran jî di televîzyonan de şahidiya qîrînên dayika Emîne dike û ji wê kêliyê ve biryar dide ku bi helbestekî piştgirî bide malbatê.
Beşek ji helbesta Celal Altûn ya bi navê “Were dayê were” ;
“Were dayê were
Were bavê min were
Werin werin
Hûn jî werin xwîşk û birano
Hûn jî werin..
Di mistên xwe de bînin
Axa gorên hemû goristanan
Bi ser serê vî kur û birayê xwe de kin
Bînin,
Ka bînin
Kevirên kevirlêketiyan bînin
Li wî dilê min bixînin
Bînin,
Ka bînin
Xweliya xwelîseran bînin
Tê de bişewitînin
Vê cesta ji kul û derdan riziyayî
Bînin
Ka bînin li ser milan,
Binax bikin
Li çiyayên qiblegeha min
Bînin ka bînin êşên min...”