‘Welatê Qedexe Geliyê Zîlan’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 23 Gulan 2022 - 22:00

  • Mahmûd Çelebî: Nav, çand, fikr û raman, bi kurtasî jiyana vî welatî qedexe ye û ev qedexe li Geliyê Zîlan zêdetir hatiye bikaranîn. Wek mînak, peyva ‘Kurdistanê’ qedexe ye. Li ser vî hişê vala navê Geliyê Zîlan fermî kirine 'Altindere Harasi'.

Geliyê Zîlan li navçeya Wanê Erdîşê ye. Di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e. Di dema Serhildana Agirî de sala 1930'î bi deh hezaran kes li Zîlanê hatin qetilkirin, êşkence li bi hezaran hate kirin û hatin sirgûnkirin. Zêdeyî 70 gundî hatin valakirin. Nivîskar Mahmûd Çelebî di pirtûka xwe ya bi navê “Welatê Qedexe Geliyê Zîlan” de behsa vê komkujiyê dike. 

Çelebî got, "Vî welatî gelek êş kişandine, mixabin hîn jî dikişîne. Ew êşa ku gelê vî welatî kişandiye, tu zîruhî nekişandiye. Nav, çand, fikr û raman, bi kurtasî jiyana vî welatî qedexe ye û ev qedexe li Geliyê Zîlan zêdetir hatiye bikaranîn. Wek mînak, peyva ‘Kurdistanê’ qedexe ye. Li ser vî hişê vala, navê Geliyê Zîlan fermî kirine 'Altindere Harasi'."

‘Bi her awayî jiyana qedexe heye’

Çelebî bi pirtûka 'Welatê Qedexe Geliyê Zîlan' balê dibe ser jiyana qedexekirî: "Ji bilî navê 'Welatê Qedexe' ti navî nekarîbû naveroka vê pirtûkê vebêje. Di nava pirtûka 'Welatê Qedexe' de berî her tiştî bi her awayî jiyana qedexe heye. Evîn heye, evîndarî heye, evîna evîndariyê heye, şahî heye, bi hemû rengên xwe çand heye, tehdayî heye, koçberî heye, nefîtî heye, xerîbî û bêzariya nefîtiyê heye, bêbextiya kambax û mirin heye. Leheng û qehremanên vê romanê yan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, yan hatine sirgûnkirin, yan di girtîgehan de mane yan jî gelek tehde li wan hatiye kirin. Ji aliyê sosyojîk ve jiyana bi hemû rengên xwe tijî zor û zehmetî, koçberî, nefîtî, birîndarî, mirin û jiyana ku bi van xerabiyan dewam bike, bandoreke çawa li ser derûniyê çêdike, ha ev jî bi dorfirehî xuya dike."

‘Tûrikê dagirtî bi zimanê xwe birijînin’

Çelebî qala hovîtiya komkujiyê kir û got, "Bandoreke dijwar li mirovan dike. Mirin, parçebûna malbatan, xerîbî, li xerîbiyê ew belengaziya ku hatiye kişandin tev de bi qetlîaman derdikevin holê. Mixabin qetlîama Geliyê Zîlan jî bi xwe re encamên bi vî awayî derxistine holê û piştî gelek salan hîn jî bandorên li ser gel û derûniya gel bi awayekî zindî dewam dikin. Gava mirov herdu serdeman dide ber hev û lê dinihêre, pirr bi hêsanî dibîne ku di hişmendiya hikumranî û rêveberiyê  de ti guherîn çênebûye. Ango hiş heman hiş e. Lê belê di dîtin û hişmendiya gel de bipêşveçûneke baş çêbûye. Jiyana derbasbûyî, êşên ku hatine kişandin, hişyarbûna li hemberî rastiyan, nêrîna serweran a li hember gel, şert û mercên cîhanê yên ku ji bo mirovahiyê derketine pêş, cesareta mirovan a xweîfadekirinê; van pêkhate, bûyer û ramanan di milê ferasetê de gel hîn zêdetir bi pêş ve biriye û bûye xwedî fikr û ramaneke azadîxwaz. Bi rastî jî min di vî milî de reaksiyonên gelek erênî wergirtin. Lewra gel çavlirê ye ku berhemên bi vî awayî zêdetir û xurtir bibin. Heger nivîskarên me di vî milî de baldartir tev bigerin, ez bawer dikim gelê me jî wê bêhtir razî be. Ez hêvî dikim ku her çandhez û kurdîhez tûrikê xwe yê dagirtî bi zimanê xwe birijîne ser rûpelan. Lewre pêdiviya me jî, pêdiviya gelê me jî bi vê yekê heye."

Mahmûd Çelebî kî ye?

Nivîskar Mahmûd Çelebî, li navçeya Wanê Erdîşê ji dayik bûye. Xwendina xwe li Erdîşê qedandiye. Çelebî bi salan di nava partiyên siyasî yên Kurd de xebitî, piştre di rêveberiya KURDÎ-DER'ê de cih girt. Çelebî niha li Erdîşê ye û li ser wêjeya Kurdî dixebite.

ANF/ERDÎŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.