- Wênegirê Kurd Behçet Çiftçî hilkişiyaye ser gelek çiyayên Kurdistanê, bi dosyeya xwe ya “Welatê çiyayan Sason” bi dîrok û erdnîgariya Sasonê daketiye. Dosyeya wî ya ku çiyayên asê û xelkên Sasonê kiriye belge, di warê dîtbarî de dosyayeke girîng e.
ARDÎN DÎREN
Behçet Çiftçî wênegirekî Kurd e û ew nexasim bi wêneyên xwe yên çiyayan, çiyayên Sasonê tê naskirin. Helbet ew çiyagerekî çê ye jî û carna tevî çend kesan hildikişe serê çiyayan. Mirov dikare bibêje, li Kurdistanê ciyek nîne ku piyên wî pê neketibin. Ne tenê li Kurdistanê, wekî din ew tevî hevalên xwe hilkişiyaye ser gelek çiyayên li Tirkiyeyê jî. Jixwe, ew dide zanîn ku heta niha hilkişiyaye ser 14 çiyayên bilind. Di nav wan de çiyayên Sasonê, Agirî, Cîlo, Artos, Sîpan û gelek çiyayên din jî hene. Lê di nav van serên çiyayan de serê “Çiyayê Mereto” yê li Sasonê ji bo wî serpêhatiyeke cuda ye. Ev yek di ger û seyahatên wî de, di serpêhatî û wêneyên wî de baştir xwe dide der. Behçet Çîftçî beriya hefteyekê li Amedê di hevpeyvînekê de ev dosyeya xwe nîşanî wênehazan da û serpêhatiyên xwe yên li wir parve kirin.
Beriya wêneyan bigire, ew mamoste bû, mamosteyê dîrokê. Piştî ku ji Zanîngeha Dîcleyê mezûn dibe, çend salan li Amedê mamostetiyê dike û pişt re jî diçe Êlihê. Li wir jî çend salan weke mamoste dixebite ta ku di sala 2016’an de ew tê îxrackirin û ji karê mamostetiyê dûr dikeve. Ev dûrketina wî ya ji mamostetiyê dike ku bala wî biçe ser wênegiriyê. Serê pêşî bi girtina wêneyên bûk û zavayan dest bi kar dike û diçe dawetan. Lê bi wext re ji vî karî aciz dibe û dibêje, “Karê ku dixwazim bikim, ne ev e.” Yanî ew dev ji girtina wêneyên dawetan berdide û dixwaze bi awayekî din karê wênegiriyê bidomîne.
Behçet Çiftçî ji Sasonê, gundê Şêxana Golê ye. Ji ber ku wî li zanîngehê di beşa dîrokê de xwendiye, di sala 2010’an de vedigere warê xwe Sasonê û dixwaze derbarê dîroka Sasonê de hin agahiyan kom bike. Piştî ku ew bi dîroka Sasonê dadikeve, gelek tiştan bi dest dixe. Nexasim jî rastî dêrên Ermenan tê û her wiha gelek efsaneyên derbarê Sasonê de dixwîne yan jî dibihîse. Behçet Çîftçî navên dêrên ku fêr dibe yan jî rastî wan tê, tomar dike û li ser malperekê parve dike. Lê ferq dike ku derbarê tiştên berhevkirî û tomarkirî de wêne tine ne. Ji lewma jî ew bîra vî tiştî dibe û dest bi girtina wêneyên çiya, dêr û xelkên niha li Sasonê dike. Bi vî awayî dosyaya wî ya wêneyan ya bi navê “Welatê Çiyayan Sason” a ku ji gelek wêneyan pêk tê, derbarê Sasonê de dibe yek ji dosyayên dîtbarî yên herî girîng.