Wekîlên PE’ye: Çare Ocalan e

Çarşem 28 Sibat 2024 - 00:23

  • Wekîlên Parlementoya Ewropayê yên ku li çalakiya Strasbourgê  hatin ba hev, anîn ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û heta azadiya Ocalan ew ê piştevanê têkoşîna gelê Kurd bin.

Li Strasbourgê bi pêşengiya nûnertiya Konseya Ewropayê ya DEM Partî û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê çalakiyek hat organîzekirin. Komeke ku ji wekîlên Parlementoya Ewropayê pêk tên jî tevlî çalakiyê bûn. Di nava komê de, yek ji Koma Keskan a PE- Ji Tifaqa Azad a Ewropayê û di heman demê de yek ji Koma Dostên Kurdan a li parlementoyê François Alfonsî, ji Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê parlementera Swêdê Malîn Bjorn, ji Koma Keskan- Parlamenterê Baskê yê Tifaqa Azad a Ewropayê Jordi Sole, her wiha parlementerê La France insoumise Emmanuel Fernandes, Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Şiyar Ozsoy û koma xebatkar û sekreteriya buroyê di çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê hate lidarxistin, li ser navê saziyê Helena Dersim pêşî mafê axaftinê girt. Helena Dersim, pêşî derbarê êrîşên li Kurdistanê û rojeva gelê Kurd nirxandin kir û derbarê pêngava ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li gelek deverên cîhanê hat destpêkirin de jî agahî da.

Kurd helwesta CPT’yê qebûl nakin

Nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Partiyê Faîk Yagizay, jî da xuyakirin ku gelek tişt hene ku dostên gelê Kurd û parlamenterên Ewropayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan karibin pêk bînin. Yagizay, da zanîn ku CPT di serdana xwe ya dawî li Tirkiyeyê de neçûye Îmraliyê û got ku, saziyeke girêdayî Konseya Ewropayê ku îdîa dike ku ew nûnertiya demokrasî û mafên mirovan dike, naçe Îmraliyê mijarê nîqaşê ye û gelê Kurd wê vê yekê qebûl neke.

Faîk Yagizay, diyar kir ku ev 30 meh in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û got ku saziyên Ewropayê peywira xwe bi cih neanîne.

Em ê piştevanê têkoşînê bin

Parlamenterên beşdarî çalakiyê bûn di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan vîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Parlamenteran anîn ziman ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were misogerkirin û destnîşan kirin ku ew piştgirî didin têkoşîna gelê Kurd.

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.