• Nivîskar û wêjevanê Kurd Mehmet Çakmak bal bire ser girîngiya xwedîderketina li çand, ziman û wêjeya Kurdî û destnîşan kir ku li gel zext, qedexe û rewşên nerênî jî wêjeya Kurdî bi pêş ve çû ye.

Nivîskar û wêjevanê Kurd Mehmet Çakmak bal bire ser girîngiya xwedîderketina li çand, ziman û wêjeya Kurdî û destnîşan kir ku li gel zext, qedexe û rewşên nerênî jî wêjeya Kurdî bi pêş ve çû ye.

Mehmet Çakmak got, "Eger îro Kurdî li gundan jî nayê axaftin, hingî xetereke gelekî mezin li pêşiya civaka Kurd e."

Çakmak anî ziman ku berhemên bi Kurdî yên hatine weşandin ji aliyê hejmar û naverokê ve gihîştine asteke girîng û got, tenê li Tirkiyeyê hejmara berhemên bi Kurdî salane têne weşandin ji 200’î bihurîne.

Bi xwedîderketinê ve girêdayî ye

Mehmet Çakmak diyar kir ku li cihê ku qedexe û zext heye, qala bipêşketineke xwezayî nikare bê kirin: "Bêguman li ser bipêşketin û paşeroja wêjeyê fikarên min jî hene. Bipêşketina wêjeya Kurdî bi xwedîderketina li Kurdî re jî girêdayî ye Di dema şaredariyên gel de pêşketina Kurdî gihîştibû astekê. Şaredariyan ji bo bipêşvebirina Kurdî di bin sîwana xwe de karên cidî dikirin. Piştî ku qeyûm hatin, karê wan ê destpêkê rakirina tabelayan bû. Bi dîtina min ev bûyer ne tiştekî sivik bû. Bi temamî nêzîkatiyeke îdeolojîk e. Ya ku di vir de hate kirin, hewldana ji bo tunekirina hebûnê bû, nenaskirin û înkarkirin bû."

200 pirtûk hatin qedexekirin

Mehmet Çakmak got, dewleta Tirk di nava deh salên dawî de 200 pirtûk jî qedexe kirine:“Heger li devereke din a cîhanê ev yek bibûya wê qiyamet rakiribûna, lê li Tirkiyeyê weke ku tiştekî normal e tê dîtin. Gelek nivîskar û rojnamevan hatin girtin û ceza li gelekan hate birrîn. Salên dawî gelek hevalên me yên nivîskar, neçar man ku koçî derveyî welat bikin. Li gel zor û zehmetiyên nexwezayî, zêdebûna zext û qedexeyan bêguman bandor li wêjeya Kurdî jî kir. Heta ku têkoşîna hebûnê û civaka Kurd hebe, wêjeya Kurdî tine nabe. Hebûna Kurdî wê dewam bike."

ANF/AMED