‘Warê me welat e, rêça me dûr e’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Adar 2022 - 22:00

  • Ji bo Seydayê Tîrêj mefhûma “welat” tiştekî gelekî li pêş e û helbesta wî li ser vî bingehî ava bûye. Hema bêje di helbestên xwe hemûyan de ev yek ji xwe re kiriye mijar û li ser welat nivîsiye.

Seydayê Tîrej di vîdeoyekê de li ser mirin û felsefeya mirinê dipeyive û di pey re jî li ser mirinê helbestekê dixwîne. Destpêkê dibêje, “Mirin çi ye?” û wiha didomîne, “Ez mirinê dibînim ne bi xewn û xeyalan. Gurekî birçî û har e, li ber derê her mal e.” Dema di 23’ê Adara 2002’an de mirin hat ber deriyê wî, ew hîna jî bi xewn û xeyalên welatekî azad û serbixwe hestên neteweperwerî dimeyandin bi helbestên xwe û digot, 

“Bahoz e çelapek, têne me, ji her çar kenarî. 
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e.”

‘Ew seydayê min e’

Seydayê Tîrêj sala 1937’an li Amûdê dibistanê dixwîne lê ji ber şert û mercên aboriyê, ew nikare dibistanê biqedîne û xwendina wî nîvco dimîne. Lê pişti salên xwendinê wî li Amûdê helbestvan û nivîskarê welatê xwe nas kiriye. Têkiliyên wî yên xurt bi Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re çêdibin. Her wiha ew di nav Xoybûnê de jî cih digire û weke rewşenbîrekî Kurd berpirsyariya xwe ya wê demê tîne cih û ji bo gelê xwe têdikoşe. Jixwe, ew Cegerexwîn weke mamosteyê xwe dibîne û dibêje, “Dema min helbest dinivîsand, pêşî min nîşanî wî dida. Ew seydayê min e.” Cegerxwîn jî ji Seydayê Tîrêj (Nayifê Heso) hez dike û navê “Tîrej” ew bi xwe lê dike. Heta Cegerxwîn di dîwana xwe ya “Kîne Em” de ji bo wî van ristan jî dinivîse,

“Ev xwendin û zanebûn
Nêzîk dikin serxwebûn
Xortên wek te pir zana
Gerek bêjin; Nezana
Bira destên hev bigirîn
Di vê rê de em bimirîn..."

Têgîna ‘welat’ ya bi Seyda re

Ji bo Seydayê Tîrêj mefhûma “welat” tiştekî gelekî li pêş e û helbesta wî li ser vî bingehî ava bûye. Hema bêje di helbestên xwe hemûyan de ev yek ji xwe re kiriye mijar û li ser welat nivîsiye. Hizrên wî yên dîrokî, neteweperwerî û siyasî di helbestên wî de diyar û darîçav in, yanî ew ne aşiqê malê dinê bû! Ji lewre wî di helbesta xwe ya “Welat” de digot,  

“Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reş in
Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê te me
Qebqeba dengê ribat im ku li ser şax û çiya
Totiyê kohê Metîn im bazê Hekarê te me…”

Seydayê Tîrej sala 1952’an dîwana xwe ya yekem a helbestan temam dike. Lê ji ber ku wan salan tê girtin, dîwana wî jî winda dibe.

Piştî ku tê berdan, wî sê dîwan temam kirine û dîwanên wî heta roja îro hatine. Di nav van dîwanan de hin helbestên wî yên derketine pêş jî ev in; Ey bilbilê dilşadî, Qulingo û Ey welat.

Seydayê Tîrêj sala 1923´an li parêzgeha Hesekê, li gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cih û war dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mele Îbrahîmê Golî, Quranê û çend pirtûkên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên Kurdan, ew jî li medreseyan dest bi xwendin û nivîsandinê dike.

Seydayê Tîrêj sala 2002’yan li Hesekê, 23´ê Adarê diçe ber dilovaniya xwedê.

Berhemên Seydayê Tîrêj

Seydayê tîrêj ev berhemên li jêr li dûv xwe hiştin:

- Xelat ( Helbest)
- Zozan ( Helbest)
- Cûdî ( Helbest)
- Serpêhatiyên Kurdan

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.