Vejîna gelê Kurd e

Sêşem 4 Nîsan 2023 - 16:10

  • Saliha Aydeniz: Em 4'ê Nîsanê tenê weke roja ji dayikbûna Birêz Ocalan nabînin. Roja vejîna gelê Kurd e. Kurdistan kirin çar parçe. Ji Kurdan xwestin ku bibin Ereb, Fars û Tirk, lê 4’ê Nîsanê Kurd ji nû ve ji dayik bûn.

Meşa ber bi Amarayê ve tevî astanegiyan pêk hat. Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wekî din li gelek navendin jî hat pîrozkirin. Pîrozbahî li wargeha penaberan a Mexmûrê û li Şenaglê jî hebûn.

Meşa Amarayê ya bi wesîleya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve” bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevaniyê Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê pêk hat.

Tevî astengiyan jî ji Kurdistan û gelek bajarên Tirkiyeyê, gel li xaçerêya Payamli ya li ser rêya Riha-Dîlokê kom bû û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Rojbûna te piroz be", "Xeta me Bêrîtan e û Rêberê me Ocalan e” û "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” gotin.

4’ê Nîsanê ji bo Kurdan dîrokî ye

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li xaçerêyê daxuyanî da û got, 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye û wiha peyivî: “Dayik û gelê me yê hêja. Îro rojeke dîrokî ye. Me bi dirûşmeya “Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve” bang kir. Li ser vê bangê bi hezaran kes ber bi Amarayê ve bi rê ketin. Li her bajar û navçeyê astengî çêkirin. Tevî astengiyan jî bi hezaran kes em hatin vir.”

Aydenîz got, "Em 4'ê Nîsanê tenê weke roja ji dayikbûna Birêz Ocalan nabînin. Roja vejîna gelê Kurd e. Beriya 100 salan, xwestin Kurdan bi peymana Lozanê ji dîrokê bibin. Kurdistan kirin çar parçe. Ji Kurdan xwestin ku bibin Ereb, Fars û Tirk, lê 4’ê Nîsanê Kurd ji nû ve ji dayik bûn. Ji ber vê yekê Kurd û bi milyonan kesên din 4'ê Nîsanê weke roja demokrasî, aştiya bi rûmet û têkoşînê dinirxînin. Yên ku pêşiyê digirin li kesên ku bawerî bi demokrasî û aştiyê tînin, ji israra birêz Ocalan a aştiyê ditirsin. 4'ê Nîsanê roja ji nû ve hebûn û dîrokî ye. Bi hezaran kes ketin rê û em ber bi Amarayê ve diçin. Tevî hemû astengiyan em ê biçin. Dema qebûlkirina aştiya bi rûmet a ku birêz Öcalan daniye holê hatiye. Ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe pêwîst e îradeya ku dibêje “hefteyek bidin min ez ê çareser bikim” hembêz bike. Ne ji bo şikandina tecrîda ku veguheriye rejîmê,ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan em ê li qadan bin. 4'ê Nîsanê li kesên ku aştiya bi rûmet û aştiya hevpar dixwazin pîroz be.”
Hevserokê Giştî ya KCD’ê Berdan Ozturk jî got;“Îro, roja demokrasi, jiyana wekhev û azad e. Ocalan bû Rêberê hemû gelên bindest. Ramanên wî bûn ronahî.”
Piştî daxuyaniyê gel bi konvoyê ber bi Amarayê ve bi rê ketin.

Dayikan 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê 74’emîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, bi avêtina gulan a behrê hate pîrozkirin. Dayikên Aştiyê û dayikên ji bo girtiyên nexweş Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariye ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) hatin bahev. Dayikan li ber peravê meşiyan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” gotin. Jinan pişt re gul û kulîlk avêtin behrê. Gav wan çalakiya  xwe bi dawî dikir, polêsên Tirk êrişî wan kir û 4 jin kirin nezaretê.

Xelkê Maxmûrê vejîna xwe pîroz kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ji bo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, di roja 3’yemîn de bi şahiyeke girseyî dewam kir.

Şahî li navenda Çand û Hunerêya Mexmûr bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistan destpkir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevberdeveka Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê Bêrîvan Kaya ve hat kirin.

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de 74. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em wek Qada Perwerdê spasiya hemû kesên ku di vê mihrîcanê de ked dayîn dikin. Em vê mihrîcanê diyarî gerîlayên serê çiyan yên ku li beramber dagirkeriyê li berxwe didin, ji bo malbatên şehîdan û hemû girtiyên azadiyê yên di zindanan de li berxwedidin dikin. Em gelek keyfxweşin û dibêjin wê ti kesek nikaribe roja me tarî bike. Emê xwe li dora Rêbertiya xwe bibin yek û li gel Rêbertiya xwe azad jiyan bikin. Em soz didin heta dawiyê emê şopdarê rêya Rêbertiya xwe bin.”

Piştî axaftina vekirinê, bernemeya şahiyê bi stranên ku ji aliyê koroya dibistana dayîkê, hunermend û koma dengbêjan dewam kir. Herwiha xwendevanan pêşbirkên cuda lidarxistin.

Zarokên Şengalê 4’ê Nisanê pîroz kirin

Li Şengalê ji aliyê saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratik a Êzîdxanê bi boneya pîroz kirina Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo zarokan şahiyek hate lidarxistin.

Şahiya zarokan a ku ji aliyê saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratik a Êzîdxanê li du deveran hate  amadekirin, yek li gel dibistana gundê Xerbatê Qewala ya nû ya li Geliyê Kersê ya din jî li Navenda Şengalê hate lidarxistin.

Di Şahiya geliyê Kersê de bi beşdarbûna bi dehan zarokan, bi stranên Koma Çiyayê Şengalê û dengê zarokan her wiha bi pêşbirkên cur be cur yên zarokan hate çêkirin.

Di dawiya şahiyê de mamosteyan diyarî li zarokên ku di pêşbirka Kursî, Hêkanê, Ta û Teliste serketine  belav kirin.

Zaroka bi navê Semîra Hesen û Selwa Şemo kêfxweşiya xwe ji bo Şahiyê anîn ziman, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li Mamoste, hevalên xwe pîroz kirin û şahiya xwe bi van gotinan anîn ziman;“Îro rojek pir xweş bû ji ber me stran gotin, dîlan girt û me di pêşbirkan de cihê xwe girt û em serketin.”

Di dawî de Semîra û Selwa sipasiya Mamostayên xwe kirin û gotin em dixwazin hersal şahiyên wiha were lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.