Xeta me xeta Rêber APO ye

Şemî 13 Nîsan 2024 - 01:45

  • Kurdên li Atînayê û Wînterthurê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û gotin: Heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, em nikarin behsa azadiya gelê Kurd bikin.

Li paytexta Yewnanistanê Atînayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şorşger (TCŞ) tecrîd, êşkence û qirkirina li Îmraliyê bi meşekê hat protestokirin. Meş ji qada Syntagma heta Monastrakî berdewam kir. Di meşê de al û posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Li qada Monastrakî li ser navê TCŞ’ê Alî Bîlen axivî. Bîlen anî ziman ku zêdetirî sê sal in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û got:“Faşîzma AKP-MHP’ê bi şerê li Îmraliyê dixwaze qirkirina Kurdan di sala 2024’an de biqedîne. Ji ber vê yekê dixwazin bi mezinkirina şerê taybet ê fizîkî û derûnî yê li ser Rêber Apo û ferzkirina tecrîda mutleq encamekê bi dest bixin. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger xeta me xeta Rêber Apo ye, xeta me xeta şehîdan e, xeta me xeta Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye. Weke TCŞ’ê em ê di çarçoveya azadiya Rêber Apo de bê rawestan li qadan bin.” Li ser navê Înîsiyatîfa RiseUpForRojava ku beşdarî çalakiyê bû, axaftin hat kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derbeyek li hêviya aştiya gelên herêmê ye. Pêla şer a ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bilind dibe, wê tenê bi misogerkirina azadiya wî û pêkanîna paradîgmaya wî bi aştiyeke birûmet re bê guhertin. Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Ciwan fadaiyên Rêber Apo ne" bi dawî bû.

Rêberê me rêberê hemû gelan e

Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê jî Kurdan di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li navenda bajêr meş pêk anîn. Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Abdullah Ocalan re azadî", "Bê Serok Jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wînterthur Coşkun Dersim di çalakiyê de axivî û got:“Heta ku Rêberê me azad nebe em nikarin behsa azadiya gelê Kurd bikin. Rêberê me ne tenê Rêberê gelê Kurd e, Rêberê hemû gelan e. Rêberê me ev demeke dirêj e di nava tecrîdê de ye. Êşkenceyeke bi vî rengî li cîhanê nehatiye dîtin. Em nikarin ji rewşa wî agahiyê bigirin. Heta ku Rêbertî azad nebe em jî nikarin azad bibin."

Azad Dersim jî di axaftina xwe ya bi zimanê Elmanî de got:’’Rêber Abdullah Ocalan rêberê siyasî yê bi milyonan Kurdên li cîhanê ye. Ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve di bin tecrîdê de ye. Em Daxwaz dikin ku Rêberê me di demek herî kurt de bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne."

Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, hat kirin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.