Pirtûka nivîskarê girtî nadinê

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:55

Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê bi hinceta “hîndeker e”, pirtûka nivîskarê girtî Mehmet Alçinkaya ya bi navê “Her tim di nava şer de” ku wî bi xwe nivîsandiye, nadin wî. 

Girtiyê bi navê Mehmet Alçinkaya ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê tê ragirtin, bi nameyekê ragihand ku pirtûka wî bi xwe nivîsandiye nadinê. Alçinkaya ev 5 sal in li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin. 

Alçinkaya, di nameyaa xwe de diyar kir pirtûka wî ya bi navê “Her tim di nava şer de (Her daim kavganın içinde)” ku weke jiyanname hatiye amadekirin, di meha sibatê de hatiye çapkirin. Bi domdarî Alçinkaya got ku zêdetirî meheke rêveberiya girtîgehê nahêle pirtûka wî bigihije ber destê wî û ev agahî da: “Her cara ku ez ji rêveberiya girtîgehê û yekîneya perwerdeyê dipirsim, dibêjin pirtûk tê vekolandin û li cem midûrê girtîgehê ye. Di vê navberê de min bihîst ku têkildarî pirtûkê çi pirsgirêk nînin, tê firotin û gihiştiye ber destê gelek girtiyên li girtîgehên cuda.” 

Di berdewamê de Alçinkaya ev tişt anî ziman: “Mehek di ser re derbas bû û hêj nedane. Lewma Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû li midûrê girtîgehê geriyaye û xwestiye vê mijarê biaxive. Lê midûrê girtîgehê hevdîtin pê re nekiriye. Li ser vê yekê Gergerlîoglû li Wezareta Dadê geriya û bi cîgirê wezîr re axivî û keyfiyeta heyî jê re parve kiriye. Bersiva daxwaznameya min a beriya cejnê dan û gotin wê pirtûk neyê dayîn. Ji bo hinceta biryarê jî gotine; ‘motîvasyonê bilind dike û aliyê wê yê hînkirinê.’ Xuyaye ku naxwazin girtîgeh veguherin qadên hilberînê û asteng dikin. Ez jî bersiva wan didim; ‘Ji duh heta îro têkoşîna min her tim di nava şer de ye.” 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.