Berxwedana dayikan didome

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:45

Li Êlihê û Mêrdînê berxwedana Dayikên Dadê didome. Di serdanên Nobeta Dadê de hate gotin dayikên Kurd xwe dane ber barê Kurd û dijî tecrîdê berxwedaneke dîrokî tê kirin.

Nobeta Dayikên Dadê li Êlihê kete roja 70’yî. Di çalakiyê de pankartên “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û û jiyana azad ava bikin” hate hilayîstin. Dayikên di çalakiyê de pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskî Bayindir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê Zeynep Oduncu, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar hatin serdana dayikan.

Berxwedana dîrokî ye

Keskîn Bayindir di serdanê de axivî û hêvî kir ku cejn bibe wesîleya wekhevî û azadiyê. Bayindir da zanîn tevahiya gelê Kurd li ber xwe dide û wiha pê de çû: “Ne tenê li derve, li zindanan jî ev berxwedan didome. Bi hezaran hevalên me li zindanan li ber xwe didin. Rêberê Gelê Kurd li ber xwe dide, dayikên me, jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd li ber xwe dide. Gelê Kurd berxwedaneke dîrokî raber dike. Berxwedaneke ku hêvî û baweriya me xurt dike heye.”

Nobeta Dadê ya dayikan di roja 95’emîn de, di avahiyê rêxistina DBP’a Mêrdînê de berdewam kir.  Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk û gelek kes hatin serdana çalakgeran. Di çalakiyê de gelek caran diruşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Kesên hatine serdanê û çalakger cejna hev pîroz kirin.

Dilê me diêşe

Hevşaredar Demîr bal kişand ser girîngiya çalakiya dayikan û wiha got: “Dilê mirov diêşîne ku dayikên me di roja cejnê de Nobeta Dadê digirin. Lê belê ev rastiyeke me ya civakî ye. Ev sed sal in em ji bo nasnameya xwe, ji bo zimanê xwe, ji bo hebûna xwe di nava şerekî de ne. Ev jî parçeyeke vê têkoşînê ye. Dayikên me pêşengên têkoşîna me ne. Em minetdarên dayikên xwe ne.”

Dayik barê Kurdan hildigirin

Hevşaredar Turk jî îşaret li tecrîda girtîgehan tê domandin kir û got, “Îro bi hezaran siyasetmedarên Kurd ji ber fikren xwe anîne ziman, di girtîgehê de ne. Birêz Abdullah Ocalan jî zêdetirî 3 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Hevalên me yên din ên girtî jî di bin zilm û bêhiqûqiya dewletê de tên tecrîdkirin. Gelê Kurd ji bo mafên xwe têkoşîneke mezin nîşan da. Xwedî li paşeroja xwe derdikeve. Bareke mezin li ser mile gelê Kurd e. Herî zêde dayik xwe didin bin vî barî.”

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.