Çav berdane xaka Kurdistanê

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:14

Derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Kurdistanê û metirsiya li ser siberoja gelê Kurd Sekreterê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan Xidir Rusî axivî. Xidir Rusî diyarkir ku ji roja Kurdistan bi ser çar welatan de hatî dabeşkirin gelê Kurd rojane rû bi rûyê êriş, topbaran û komkujiyên welatên derdorê tê û got:“Sedema van êriş û komkujiyan ew e ku dijmin dixwaze gelê Kurd tine bike û xaka Kurdistanê dagirkirî bimîne.”

Di dewamê de Xidir Rusî destnîşankir ku dîroka gelê Kurd ji bo bidestxistina azadî û serxwebûnê bi xebat û têkoşîna li dijî dijmin û dagirkerên Kurdistanê dagirtî ye û got:“Ji ber vê çendê dijminan hertim çav berdane xaka Kurdistan û destkeftiyên gelê Kurd. Ji bo wê bi berdewam dixwazin dagir bikin. Divê aliyên siyasî agahdarê van metirsiyan bin.”

Xidir Rusî got ku li her çar beşên Kurdistanê dijminahiya gelê Kurd tê kirin û got:“Dagirkerên Kurdistanê dixwazin me tine bikin. Rojane bi agir û hesin Kurd hedef digrin. Rojane metirsiyên li ser gelê Kurd zêdetir dibin. Ji bona wê li her çar beşên Kurdistanê xebata gelê Kurd bi berdewam ber bi pêşketinê ve diçe.”

Divê nakokiyan bidin aliyekê

Sekreterê Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan Xidir Rusî eşkere kir ku dewleta Tirk û Îranê dixwazin hêza desthilata Kurdan a li herêmê biçuk bixin û got:“Ji bo biçukxistina statûya Herêma Kurdistan û dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê kar dikin. Ji ber vê çendê nebûna piştgirî û yekdengiya aliyên Kurdî sûd digihîne dijminan. Divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê nakokiyên xwe yên navxweyî bidin aliyekê û ji bo parastina xaka Herêma Kurdistan û gelê Kurd li her çar beşan alîkar û piştgiriya hev bikin. Da ku bikarin ji bo bidestxistina maf û serxwebûnê xebat û têkoşîna gelê Kurd pêşbixin.”

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.