Tecrîda Îmraliyê bêmînak e

Şemî 13 Nîsan 2024 - 00:57

  • Li Konferansa PE’yê ya bi rojeva tecrîdê hate destnîşankirin li cîhanê mînaka tecrîda li Imraliyê nîne, divê Imralî weke laboratuvarekê were nirxandin, têkoşîna dijî tecrîdê weke têkoşîna bilindkirina rûmeta mirovahiyê hate nirxandin. 

Endamê Parlamentoya Ewropayê Massîmîlîano Smerîglîo, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewropayê (ELDH), Parêzerên Demokratîk ên Ewropayê (AED) û Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) konferansa bi navê “Girtiyên siyasî: Tecrîd, kiryarên xerab û êşkence” konferans amade kirin. Kesên beşdarî konferansê bûn anîn ziman ku mînaka wekî tecrîda li Îmraliyê li tu derên cîhanê tune ye.

Di konferansê de ya bi navê “Girtiyên siyasî: Tecrîd, kiryarên xerab û êşkence” gelek rûniştin hatin lidarxistin.

Pisporê hiqûqa ceza û hiqûqa mafên mirovan û endama Akademîsyenên ji bo Aştiyê Dr. Gulşah Kurt destpêkê axivî. Gulşah Kurt rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk û bi taybet rewşa Rêber Abdullah Ocalan nirxand. Kurt diyar kir ku mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan nayê sepandin, her wiha bal bire ser cezayên dîsîplînê yên keyfî û astengiyên li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran. 

Imralî laboratuvar e

Panela duyemîn bi sernavê “Tirkiye û Girtîgeha Îmraliyê” hat lidarxistin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Sosyalîst Haldane Deepa Drîver ku moderatoriyê dikir, diyar kir ku li Tirkiyeyê hejmara girtiyan 5 qat zêde bûye. Drîver got, “Divê em Îmraliyê weke laboratuvarekê binirxînin.”

Li Ewropa têkoşîna hiqûqî lazim e

Ji MAF-DAD’ê Parêzer Sejaji Kapiia jî diyar kir ew j bo tecrîda li ser Rêber Ocalan li vê konferansê hatine cem hev û got,’’Ev 3 sal in nikarin bi Ocalan re têkiliyê deynin. Li Girava Imraliyê di nav şertên derî mirov de tê giştin, derheqê tendiristî û jiyana Ocalan ti agahî di dest me de nînin.’’

Sejaji her wiha got,’’Gellekî girîng e ku em li Ewropayê dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan rêxistiniya têkoşîna hiqûqî bikin.’’

Çareserî bi azadiya Ocalan e

Ji AED’ê Parêzer Juan Prosper jî destnîşan kir tecrîd di şexsê Ocalan de li ser hemû Kurdan tê danîn û diyar kir heke tê xwestin pirsa Kurd were çareserkirin divê Ocalan azad bibe.

Imralî bêmînak e

Nûnera Şandeya Îmraliyê Parêzer Lena Charlotta Lagnander bal kişand ser zextên piralî yên li ser gelê Kurd û got: “Mînaka tecrîda li Îmraliyê li tu devera cîhanê nîne.”

Divê tecrîd rabe

Lena Charlotta Lagnander diyar kir ku hevdîtinên bi parêzer û malbatê re hatine astengkirin û diyar kir ku tecrîda li girtîgehan her ku diçe berfirehtir bûye û axaftina bi Kurdî jî “qedexe ye”. Lena Charlotta Lagnander got: “Demokrasî di bin tehdîdê de ye. Saziyên weke CPT pir lewaz in. Divê welatên Ewropayê jî zextê li Tirkiyeyê bikin. Bi bêdengiya xwe kiryarên Tirkiyê dipejirînin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Gelê Kurd bi rûmet û berxwedana xwe ji bo me mînak e.”

Pergala êşkenceyê ye

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Mazlûm Dînç anî ziman ku girtî bi hincetên keyfî nayên berdan û got: “Tecrîda li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye. Di sala 1999’an de li Îmraliyê pergala tecrîd û êşkenceyê ya qedexe hatiye avakirin. Pergaleke ku tu rêgezên hiqûqa navneteweyî lê nayên bicihanîn e. Pergala êşkenceyê hat avakirin.”

Dînç bi domdarî bi bîr xist ku DMME’yê têkilî darizandina li Imraliyê gotibû,’’ne dadmen e’’ û got,’’ Biryar hat dayîn ku cezayê muebetê li dijî mafên mirovan e. Mafê Hêviyê nayê pêkanîn. Di vê di vî alî de zext li Tirkiyeyê bê kirin.’’

Di encamnameya konferansê de işaret bi sîstema tecrîd û êşkenceyê hate kirin û li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî vê yekê hate rawestîn. Di encamnameyê de ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina êşkenceyê pêwîstiya bi têkoşîna hiqûqî û siyasî ya kolektîf hate destnîşankirin.

Têkoşîna dijî tecrîdê ya demokrasiyê ye

Di encamnameya konferansê de hate gotin,’’ Tecrîda li Girava Îmraliyê mînakeke xwe li devereke din nîne. Sê salên dawî bi ti awayî agahî ji Birêz Abdullah Ocalan nikare bê wergirtin. Ev kiryara tecrîda giran ku li nava civaka Kurd, hêzên demokrasî û hiqûqê bûye cihê fikaran e, di heman demê de asteke êrîşa îmha û înkarê ya li dijî gelê Kurd e. Tecrîd û şerê ku li dijî gelê Kurd tê meşandin nîşaneya aliyên cuda yên heman nêzîkatiya siyasî ye. Têkoşîna li dijî tecrîdê ku ji bo bilindkirina rûmeta mirovahiyê divê bi rêk û pêk bê meşandin, bi taybetî yek ji dînamîkên herî girîng ên têkoşîna demokrasî û aştiyê ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê ye.’’

Tevnek ji beşdarên konferansê lazim e

Her wiha hate gotin, CPT di mijara Girtîgeha Girava Îmraliyê de ji bo şopandina pirsgirêkên li girtîgehên Ewropayê kûr bûne û nirxandina wan divê bi erk û berpirsyariya xwe rabe û hate pêşniyazkirin, ji bo têkoşîna hiqûqî ya hevkar a li dijî tecrîd û êşkenceyê bi rêk û pêk û bi bandor bê meşandin, destpêkê tevneke vekirî ya ji beşdarên konferansê bê avakirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.