Paradîgmaya Rêber Apo nîqaş kirin

Şemî 8 Mijdar 2025 - 02:45

Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê, xwendekarên pola dawîn a Dibistana Kooperatîfê ya Arco’yê li ser paradîgmaya Rêber Apo di çarçoveya têkoşîna hevbeş a demokratîk a gelan û enternasyonalîzma komunal nîqaş kirin û ji bo Rêber Apo bangewazî kirin.

Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê, xwendekarên pola dawîn a Dibistana Kooperatîfê ya Arco’yê ji bo li ser tekoşîna dîrokî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê û Konfederalîzma Demokratîk bi kurahî nîqaş bikin hatin gel hev. Arco, di sala 2017’an de ji aliyê komek mamosteyan ve hatiye avakirin. Dibistana Arco ji bo avakirina modelekê perwerde yê ku xweserbûna mamoste û xwendekaran nas dike hatiye birêxistinkirin. Li dibistana ku ser rêgezên kooperatîfparêziyê hatiye avakirin, midûr an jî hiyerarşiyên kevneşopî tune ne. Hemû endamên civaka dibistanê (xwendekar, mamoste û malbat) di avakirin û rêvebirinê de bi awayek çalak tevlî dibin.

Di dawiya rojê de, xwendekar û mamosteyan peyama piştgirî û hevkariyê ji Rêber Apo û têkoşîna demokratîk a gelê Kurd re şandin. Bi taybetî, ciwanên li Kurdistanê yên berxwedêr û berxwedanên li Brezîlyayê yên ji wan re dibin çavkanî silav kirin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bangewazî kirin.

ANF/SÃO PAULO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.