Va ye GOG wê derkeve

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Cotmeh 2020 - 22:10

  • Projeya kovara xêzeromanê ya ji bo zarokan GOG´ê bi hunermendê karîkaturîst Îmam Cicî li benda alîkariyê ye.

Miheme Porgebol li ser projeya kovara xêzeromanê ya ji bo zarokan GOG´ê bi hunermendê karîkaturîst Îmam Cicî re peyiviye. Îmam vê projeyê weke xewna xwe ya zaroktiyê bi nav dike.
Xêzkar Îmam Cicî, dixwaze çîrokên Kurdî tevî nûçeyên zanist û hunerê yên dinyayê biweşîne, û ji bo zarokan kovareke perwedeker û bi kêf amade bike. Ji bo vê jî wî kampanyayeke alîkariyê ya online ji bo projeya xwe daye destpêkirin.
Îmam Cicî ji Miheme Porgebol re gotiye, "Halê hazir derfetên min ên çapkirina kovarê nînin. Ji ber wê ez ê pêşî GOG´ê online bînim ber destê xwendekarên wê."
Navê kovarê ji lîstika "gogê" tê. Îmam Cicî kovar weke kovareke mehane ya zarokan a ku pirraniya naveroka wê xêzeroman in, sêwirandiye. Di GOGê de Red Kit, Yakari, Thorgal û Miloyên ji welatên biyanî wê hebin, lê her wiha xêzeromanên hunermendên Kurd ên weke Doğan Guzel, Ender Ozkahraman jî di kovarê de wê cihê xwe bigirin.
Heger ji weşana online a dîjîtal dahata kovarê têrê bike, di siberojê de wê çapa kovarê jî bê kirin.

Hanuka destekê dide

Îmam Cicî wekî din ji Miheme Porgebol re gotiye, xêzkarê xêzeromanan ê navdar Asaf Hanuka jî gotiye ew ê destekê bide projeya wan: "Hanuka got, bapîrê wî ji Kurdistanê ye û tenê ji ber vê yekê be jî ew dixwaze destekê bide kovarê. ji ber vê yekê jî ji bo hejmara yekê, bêyî ku heqdest bistîne, rûpelek ji xêzên xwe dan kovarê."
Ji bo proje di pratîkê de pêk bê, pêdiviya wê bi alîkariya madî heye. Ji bo vê jî li ser "fongogo.com" kampanyayek hatiye destpêkirin. Îmam Cicî li bendê ye ku alîkarî bi projeya wî re bê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.