Tuwalên pinpinîk û kulîlkan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Tebax 2021 - 03:26

Hin mirov hene gava ji dayik dibin bi awayekî xwezayî bala wan diçe ser hunerê û afirîner in. Hunermend Vincet “Vin” Salvo jî yek ji wan e. Ji piçûkatî ve bala wî diçe ser hunerê û dixwaze hin tiştan çêbike lê ew bêhtir giraniya xwe dide zanyarî û bîrkariyê û di vî warî de jî dibe kesekî serkeftî. Vincet “Vin” Salvo di warê muzîk, şêwekarî û bîrkariyê de serkeftî ye û hunermendekî jîr e. Ji ber wê ew pêşî karekî teknîkî yê NASA’yê hildibijêre û li gel wan dixebite. Lê piştî demekê ew hîs dike ku ev kar ne li gorî ruhê wî ye û yekser dev ji vî karî berdide û bi çêkirina wêne û peykeran dadikeve û di vî karî de xwe pêş dixe.

Salvo li Teksasê dijî û ev karên xwe li wir îcra dike. Ew her çiqas karên cûr bi cûr bike jî karên wî yên herî balkêş in, peykerên wî yên 3D yên ku ji pinpinîkên hesin çêkirine. Salvo weke gelek hunermendan xwe bi xwe fêrî vî karî bûye. Ji nav tuwalên kevn pinpinîkên ji hesin difirin û ji çarçoveya tuwal derdikevin. Carinan jî ev pinpinîk diguherin û di ciyên wan de kulîlk tên bikaranîn. Salvo ji bo van peykerên xwe yên balkêş dibêje, “Ez dixwazim kûrahî û têkiliya di navbera ronahî û sîyê de zeft bikim.”

Hunera Salvo ya ji pinpinîk û kulîlkan pêk tê ji hêlâ dîtbarî ve bala mirovan dikişînin. Salvo bi vê hunera xwe dixwaze behsa empatî, firîn, hêvî, av, xweza, evîn û muzîkê bike. 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.