Şaredariya bajarê Elmanyayê Heidelbergê destek dabû kampanyaya PEN a Ingilîzî û name ji nivîskar û rojnamevanên girtî re şandibûn. Di nava van de nivîskarê Etiyopî Amanuel Asrat, rojnamevanê Kurd Nedîm Turfent û endamên PEN a Belarusê hebûn. Nivîskara li Heidelbergê dimîne Marion Tauschwitz a ku endama PEN-Zentrums Deutschland e jî kir ku PEN-Zentrums Deutschland jî destekê bide kampanyayê. Ji Heidelbergê bi dehan nivîskar beşdarî kampanyayê bûn. Bajar kampanyayê serketî dihesibîne. Nexasim jî ji ber bersiva rojnamevanê Kurd Nedîm Turfent: "Di hucreya min de tenê gotinên min hene. Ji ber wê yekê jî ji ber her gotinê ez deydarê we û hêvî û berxwedanê me."
Cotmeha par PEN a Ingilîzî bi hevkariya Bajarê Wêjeyê yê UNESCO'yê Nottinghamê ev kampanyaya namenivîsandinê bi navê "PENWrites" dabû destpêkirin. Nîsana îsal jî Koma Koordînasyonê ya Bajarê Wêjeyê yê UNESCO'yê Heidelbergê biryar da destekê bide kampanyayê.
HEIDELBERG