Tuncel: Hewceyî bi gavên berbiçav heye

Sêşem 29 Cotmeh 2024 - 16:50

  • Sebahat Tûncelê anî zimên her çendî Plana Çokşikandinê bi ser neketibe jî hê jî didome, Doza Kobanê jî weke parçeyek ji planê destnîşan kir, ji ber pirsa Kurd çareser nebûye dewleta Tirk bûye xwedî pergala mafyatîk, derheqê nîqaşên dawî yên li dora peyva ‘aştiyê’  jî got,’’Divê gavên berbiçav bêne avêtin.’’

Siyasetmedar Sebahat Tûncel a ku bi operasyona ku bi navê "Darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê" derbasî dîrokê bû hat girtin û ji doza Kobanê de jî hat darizandin, derheqê  "Plana Çokşikandinê" axivî, ku 8 sal di ser planê re derbas bûne

Tûncelê bi bîr xist ku pêvajoya diyalogê ya di sala 2013'an de hat destpêkirin, di vê serdemê de li Meclisê wekî "qanûna çareseriyê" 60 xal hatine danîn, li ser avakirina aştiya civakî bi Komîsyona Aqilmendan re gengeşe hatine kirin, Peymana Dolmabahçeyê û Meclisa Azadiya Jinê hatine avakirin. Tûncelê anî ziman piştgiriya civakî ya ji bo pêvajoyê nêzî ji sedî 80'î bûye û got: "Piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an Tayyîp Erdogan ji nişka ve maseyê quliband û Tirkiye dîsa ket nava atmosfera şer."

AKP ji atmosfera demokratîk tirsiya

Tûncelê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê atmosfera demokratîk a di pêvajoya diyalogê de derketibû holê ji bo xwe xeternak dîtiye û got: "Eger pêvajoya çareseriyê bi ser ketibûya, wê avakirina Komara Demokratîk pêk bihata û gelê Kurd wê çarenûsa xwe diyar bikira. Gelên li Tirkiyeyê wê li ser esasê hemwelatîbûna wekhev û azad jiyaneke nû ava bikirana. Lê AKP’ê dixwest rejîma yekzilamî ava bike. Ew wiha difikirî ku ev pêvajo li dijî wê ye û ji ber vê maseyê quliband."  

Plana qirkirinê hate danîn

Tûncelê diyar kir ku piştî qulibandina maseyê li Tirkiyeyê pêvajoyeke piraloz û pirkrîz rû daye û got ku bi belgeyên veşartî yên pêşkêşî MGK'ê kirin, stratejiya AKP'ê guherî. Tûncelê got: “Di van belgeyên veşartî de derket holê ku li dijî Kurdan plana çokşikandinê hatiye kirin. Di plana çokşikandinê de gengeşeyên wekî mirina 10-15 hezar Kurdan, girtina 10 hezar Kurdan, sirgûnkirina nêzî 300 hezar kesî hebû. Yanî ji aliyekî ve desthilatê digot 'ez ê bi civaka Tirkiyeyê re aştiyê pêk bînim', li aliyê din jî plana xwe ya qirkirina Kurdan di nava MGK'ê de ku baskê girîng ê mêtingeriyê ye, pêk dianî. Dewletê polîtîkaya xwe ya kevneşopî ya înkar, îmha û asîmîlasyonê nû dikir." 

Doza Kobanê parçeyê planê ye

Tûncelê ku got, "Doza komployê ya Kobanê mînaka berbiçav a bêhiqûqiya li hemberî Kurdan a li Tirkiyeyê ye" destnîşan kir ku Tirkiye dixwest heyfa neserketina polîtîkaya xwe bi vê dozê bistîne û ev doz parçeyeke "Plana Çokşikandinê" bûye. 

Tirkiye bûye pergala mafyayê

 Tûncelê da zanîn ku di bine hemû bêhiqûqiyan de yên li Tirkiyeyê rejîma yekzilamî ya AKP'ê heye û got ku bêhiqûqiya li ser Kurdan hatiye ferzkirin bi demê re bandor li beşên din ên civakî jî kiriye. Tûncelê got: “Li Tirkiyeyê pergala hiqûqî ya demokratîk tune ye. Mekanîzmaya heyî bi vê desthilatê ji holê rabû. Tirkiye veguheriye pergaleke mafyayê. AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu îradeyeke rast nîşan nedaye. 

Plana Çokşikandinê didome

Tûncelê îşaret bi wê yekê kir ku "Plana Çokşikandinê" ya li dijî Kurdan her çiqas bi ser neketibe jî hê jî di meriyetê de ye û got: "Plana têkbirin û tasfiyekirina siyaseta Kurd hê jî di meriyetê de ye. Niha xwe mecbûr dibînin ku înîsiyatîf û gavên din biavêjin. Dixwazin Komarê bê Kurd, jin û elewiyan ava bikin. Di warê siyasî de jî dixwazin rejîmeke Tirk-sûnî-mêr û mîlîtarîst ava bikin.’’

Divê rê were paqijkirin

Tûncelê diyar kir ku di qonaxa niha de divê Tirkiye stratejiya xwe ya ji bo Kurdan biguherîne û der barê gengeşeyên heyî yên di çarçoveya pirsgirêka Kurd de ev tişt gotin: “Dema em li van hemû bûyeran dinêrin; serdana Devlet Bahçelî ya Koma DEM Partiyê û bûyerên û daxuyaniyên dawî girîng in. Lê di pêvajoya diyalogê ya berê de ji aliyekî ve 'Plana Çokşikandinê' jî di dewrê de bû. Divê ev rastî jî were dîtin. Her çiqas rejîmên faşîst ên otorîter her tim xwe bi derewan ava bikin jî aştî xwe ferz dike. Em jî ji bo aştiyê têdikoşin. Ger ji bo derfetên aştiyê hêviyeke piçûk hebe, em ê ji bo bixebitin. Ji ber vê yekê, pêdivî bi hin gavên berbiçav hene. Yanî ji bo em zanibin ev jidil in, pêdivî bi hin gavên berbiçav heye. Paqijkirina rêyê yek ji van gavên şênber e."  ESRA SOLÎN DAL / MA / STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.