Li Mexribê cudakariya mîrasê

Çarşem 19 Mijdar 2025 - 15:00

  • Li Mexribê xwedîbûna erd an jî milk ne tenê çavkaniyek dahatê, di heman demê de tê wateya hêza aborî. Lewma, daxwaza wekheviyê ya di mîrasê de ne tenê daxwazek hiqûqî ye, ji bo bidawîkirina cûreyê tundiyê ya kûr a avahî ya li dijî jinê gavek pêwîst e.

Li Mexribê di çarçoveya Kampanyaya Navneteweyî ya 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, cûreyên tundiyê yên nedîtî ya tundiya fîzîkî û derûnî derbas dike û tundiya aborî û qanûnî jî dihewîne, ji nû ve tê nîqaşkirin. Yek ji van a herî berbiçav jî cudakariya mîrasê ye; dema beşek civakê vê yekê mîna mecbûriyetek olî dibîne, beşa din jî vê yekê pêşiya wekhevî û edaleta aborî mîna astengiyek dibîne.

Mexribê di navbera reformên dawî de, Qanûna Hejmar 62-17’an ku wesayeta îdarî ya civakên silale sererast dike, qebûl kir. Ev qanûn mafê xwegihandina zeviyên silale û di avahiyên rêveberiyê de bi mêran re nûnertiya wekhev nas dike.

Qanûn, armanc dike ku xwegihandina jinan a ji bo van çavkaniyên aborî ku di dîrokê de hatiye vederkirin, bihêz bike. Lêbelê, hêj di pêkanînê de gelek pirsgirêk hene. Kevneşopiyên eşîrî, pêkanînên hin rêvebirên herêmî û krîtera "îkamet" tomarbûn an jî sûdwergirtina jinê zehmet dike.

Rêxistinên mafan, diyar dikin ku pêkanîna qanûnê li gorî civakan diguhere û lewma ferqa di navbera mafên yasayî û mafên cîhana rast de hê mezin e. Lewma reform, ji bo jinan destkeftiyek qismî ku mafên wekhev nas dike ye, lêbelê ji bo pêkanîna wan a di qadê de pêdivî şopandin û çavdêriyê heye.

Ferqên mîrasê, di demek dirêj de veguhere yek ji faktorên avahîsaziyê ku xizanî û lawaziya jinan zêde dike. Di civaka Mexribê de, xwedîbûna zevî an jî milk ne tenê qezenckirina debara jiyanê, di heman demê de tê wateya bidestxistina hêza aborî û sembolîk jî. Her wiha beşdarbûna di biryarên malbatî û civakî de jî diyar dike.

Ev newekheviya berhevkirî piştî pênc nifşan, para jinan di dewlemendiya malbatê de heta ji sedî 1 kêm dike û ferqa zayendî ya civakî ya di xwegihandina çavkaniyan de kûrtir dike.

Di vê çarçoveyê de aktîvîsta mafên jinan Marîa Şeref, diyar kir ku hejmarên heyî bi zelalî nebûna wekheviyê nîşan didin û got: “Tiştê ku em îro dijîn nebûna wekheviya rast a di mîrasê de ye. Qanûn û pêkanînên civakî dibe sedem ku jin tenê nîvê para mêran werbigirin. Mîna ku nirx an jî berpirsiyariya wan di malbatê de kêmtir be."

Marîa Şeref, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Mesele ne tenê têkildarî mîrasê ye; têkildarî pergalek ku newekheviyê ji nifşekî ji bo nifşekî din dihilberîne ye. Pergalek ku jinê hertim di lawaziya aborî de dihêle ye. Lewma, daxwaza wekheviyê ya di mîrasê de ne tenê daxwazek hiqûqî ye, ji bo bidawîkirina cûreyê tundiyê ya kûr a avahî ya li dijî jinê gavek pêwîst e.” NÛJINHA/MEXRÎB/ HANAN HARAT

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.