Roja Mafên Zarokan ji bo welatê me watedar e

Çarşem 19 Mijdar 2025 - 15:45

  • Endama Komelaya Berî Her Tiştî Zarok Hîvran Tîmûr ji bo 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê wiha got: “Em di hemû xebatên xwe de bingeha xwe li ser parastina mafên zarokan diafirînin”

Ji sala 1954’an vir ve, her 20’ê Mijdarê wek Roja Mafên Zarokan ya Cîhanê tê pîrozkirin. 20’ê Mijdarê di heman demê de salvegera ragihandina mafên zarokan a ku di 1959’an de hate weşandin û peymana mafên zarokan a ku di 1989an de li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate pejirandin. Endama Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Hîvran Tîmûr derbarê 20’ê Mijdarê û xebatên komeleyê yên ji bo zarokan de axivî.

Hîvran Tîmûr diyar kir ku bi salan e li Kurdistanê şer didome û li gel şerê çekdarî şerê taybet jî tê meşandin. Hîvran Tîmûr bal kişand ser bandora şerê taybet a ku li ser zarokan dike û wiha got: “Welatên mîna welatê me bi salan e şer lê didome ji bilî şer polîtîkayên şerên taybet ên dewletê lê didome. Her wiha li gel pirsgirêka xizaniyê wekî din jî pirsgirêkên zarokan hene. Zarokên karker li welatê me pirr in. Zarok di temenê biçûk de tên zewicandin. Ev zewac bi darê zorê tê kirin. Di çarçoveya van pirsgirêkan de 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan girîng e. Bi her awayî parastina mafên zarokan ji bo me girîng û watedar e. Em jî wek Komeleya Berî Her Tiştî Zarok ku ji 2017’an vir ve ava bûye, hemû xebatên me li ser bingeha parastina mafên zarokan e.”

Hîvran Tîmûr derheqê xebatên ku ji bo zarokan dimeşînin jî parve kir û wiha axivî: “Em ji bo zarokan gelek kargehan û xebatan li dar dixin. Bi taybetî jî li herêmên erdhejê li Semsûrê me ji bo zarokan gelek çalakî li dar xistin. Kargehên şanoyê û muzîkê ji bo zarokan çêdikin. Em xebatên ji bo zarokan bi Şanoya Bajêr a Amedê, Zarok Mayê û Zarok TV’yê re bi rê ve dibin. Em hemû xebatên xwe bi zimanê dayikê bi Kurdî dikin. Em dixwazin bi zarokan re hişmendiyekî wisa ava bikin ku mafên wan hene. Zarokên Kurd ji mafê xwe yê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar man e. Xebatên me perwerdehiyek alternatîf e. Niha jî em li gundên navçeya Çinarê xebatên zarokan dikin. Em li ser mafên zarokan û li dijî zewicandina bi temenê biçûk disekinin. Em li dijî vê yekê dixwazin hişmendiyekî ava bikin.”

Hîvran Tîmûr di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bal kişand ser girîngiya mafên zarokan û destnîşan kir ku wan di çarçoveya pêvajoyê de li zarokan û xwestekên wan guhdar kiriye. AW/AMED/ESRA POLAT

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.