Tirsa ji Kurdan aqil nehişt
În 15 Cotmeh 2021 - 01:08
- Ma Tirkiyeya ku xwediyê artêşa herî mezin a duyem a NATO’yê ye ne terciheke baştir bû di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji bo Washingtonê? Bersiva kurtûkurmancî na ye.
Brookings Institution analîzeke akademîsyen Omer Taşpinar weşandiye û tê de ew dibêje, ew asêbûna dewleta Tirk di meseleya Kurd de hiştiye ku Rûsya li Sûrî û Rojhilatê Derya Spî xurt bibe, û navbera Tirkiyeyê û DYE jî xira bibe.
Brookings Institution rêxistineke siyaseta civakî ya li Washingtonê ye ku serê xwe bi çareseriya pirsgirêkên civakî re di asta cihî, neteweyî û kurewî de diêşîne.
Omer Taşpinar ê ku lêkoler e li Foreign Policy, Center on the United States and Europe (Siyaseta Derve, Navenda li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Ewrûpayê) di analîza xwe de rola dewleta Tirk di xurtbûna destê Rûsyayê de beramberî DYE’yê nivîsiye.
Bi sernivîsa ”Fikra sabit a Tirkiyeyê ya li ser Kurdan destketiyên Putin û rageşiya DYE’yê rave dike.”
Bi ya Taşpinar Tirkiye dewleteke welê ye ku ”pirsgirêkeke tenê dikare hema hema her tişta di siyaseta wê ya hundir û derve de şaş rave bike.
Asêbûna Tirkiyeyê di pirsgirêka Kurd de rewşeke wisa ye. Bibinketina dîrokî ya Enqereyê ji bo peydakirina çareseriyên demokratîk ji dozên Kurdan re çandeke siyasî ya Tirk a ji binî ve neewle û bi awayekî kronîk jî nerasyonel ava kir. Li cihê ku xelkê din daxwazên Kurdan ên ji bo nenavendîbûnê, federalîzm, û mafên hindikahiyan dibînin, yên ku dikarin bên birêvebirin, Enqere terorîzmê û jihevdeketineke neyê kontrolkirin a xwînrij dibîne.”
Li gorî wî mirov dikare kirina S-400’an ji Rûsyayê, û ”bidawîbûna hevbendiya stratejîk a Tirk û Emerîkî” jî ji ber heman tirsa dewleta Tirk e.
Tirkiye bi kêra şerê li dijî DAIŞ’ê nayê
Axir ew paşê bi hevkariya DYE´yê di şerê li dijî DAIŞ´ê de dadikeve û wiha dinivîse: ”Ma Tirkiyeya ku xwediyê artêşa herî mezin a duyem a NATO´yê ye ne terciheke baştir bû di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji bo Washingtonê? Bersiva kurtûkurmancî na ye: DAIŞ ji bo Tirkiyeyê ne tehlûkeyeke man û nemanê ye, ji bo wê PKK meseleyeke man û nemanê ye. Belkî seresere em îro bibêjin, peywendiyên stratejîk ên DYE û Tirkiyeyê ji ber kirrîna sîstemên bergiriyê yên Rûsyayê xira bûbin. Lê gava em hinekî bikolin, em dibînin ku biryara Erdogan a kirrîna S-400’an encama fermanên stratejîk ên elaqedarî şerê li dijî Kurdên li Sûrî bû. Ji bo êrişên ji sînor û wêde yên Tirkiyeyê destûra Moskovê lazim bû.”
Tirkiye nikare helwêsta xwe biguhere
Bi ya Omer Taşpinar wê Erdogan û dewleta Tirk wê ji vê siyaseta xwe jî venegerin: ”Heger sibe Rûsya Idlibê bombe bike, cihê ku 3 milyon mirov lê ne, herî kêm milyonek penaberên ji Sûriyê wê dakevin sînorên Tirkiyeyê û xelk jî jixwe ji bo çar milyon penaberên ji Sûrî hikûmetê gunehbar jî dike, Erdogan wê têkiliyên baş ên bi Putîn re xira neke.”
Kêf kêfa Putîn e
Li gorî nivîskar Erdogan mecbûrê Putîn e û li Washingtonê jî nekarî dev ji s-400’an berde. Di civîna li Sochiyê de jî tenê Putîn razî kiriye: ”Ma ne di dawiya dawî de wê s-400 firotin welatekî endamê NATO’yê û ew welat êdî ji bernameya F-35’an hat avêtin û cezakirinên eskerî yên Emerîkî jî li ser vî welatî hene, ev jî ji bo Moskovê desketiyên ne piçûk in. Ez Putîn bama, min ê malavahiya neewlebûna Tirkiyeyê ya beramberî mesleya Kurd bikira ji ber vê rewşê”.
WASHINGTON