Erdogan greva karkeran qedexe kir

În 1 Tebax 2025 - 03:15

Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan greva ku Maden-Îş’ê plan dikir di 1’ê Tebaxê de bike, qedexe kir.

Greva ku dihat plankirin ji aliyê Sendîkaya Karkerên Madenê yên Tirkiyeyê (Maden-Îş) ve roja 1’ê Tebaxê were kirin, bi biryara îmzekirî ya Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi hinceta “xirakirina ewlehiya neteweyî” bi awayekî nixumandî hate qedexekirin. Biryara Serkkomar di Rojnameya Fermî de hate weşandin.

Derbarê bazariya zamê de ku 600 hezar karkerên giştî eleqeder dike, di navbera aliyan de lihevkiribûn pêk nehatibû. Di vê çarçoveyê de Tirk-Îş greva xwe yekemîn a pratîkî di 1’ê Tebaxê de li fîrmayên bor ên girêdayî Etî Madenê daba destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.