Tirkiye û DAIŞ bi hev re ne 

Duşem 30 Çile 2023 - 00:56

  • Foza Yûsif ji bo êrişên muhtemel ên Tirkiyeyê got, “Rêveberiya Xweser li dijî van êriş û gefan ji hêlên leşkerî, siyasî, civakî, dîplomasî û aborî ve amadekariyan dike. Van êrişên dawî nîşan da ku gelên herêmê bi rêveberiya xweser re ne. Ji bo her êrişekê amade ne.

MUJDAT CAN/MA/RIHA

 

Endama Komîteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî bûyerên li herêmê û îhtîmala êrişê bi ajansa me re axivî. 

Foza Yûsif da zanîn ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê didomin û got, “Di demên dawî de bi SÎHA’yan gelê herêmê hedef digirin. Bi zêdebûna êrişên Tirkiyeyê re liv û tevgera DAIŞ’ê jî zêde bû. Li gorî agahiyên ber destê me, di navbera DAIŞ û MÎT’ê de xebateke hevpar heye. Li deverên ku Tirkiye lê neçalak, DAIŞ’ê dixe dewrê. Herî dawî jî li Reqa, Dêrazorê û gelek deverên din DAIŞ çalak bû. DAIŞ’ê hucreyên xwe yên li Til Hemîs, Til Berak û herêmên din çalak kirin. Lewma jî DAIŞ û Tirkiye operasyonên hevpar dikin.” 

 

Hevdîtin bi zexta Rûsyayê çêdibin 

Yûsif got, hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê yên piştî 11 salan, bi zexta Rûsyayê tên kirin û got, “Sûriye baş dizane ku hikûmeta Erdogan van hevdîtinan ji bo hilbijartinê dike. Niyeta Erdogan a derketina ji deverên dagirkirî nîne. Lê li gorî min nikare ewqas zû encamekê ji hevdîtinan bigire. Ji ber ku heta Tirkiye ji deverên dagirkirî dernekeve, hikûmeta Şamê şertên Tirkiyeyê wisa bi hêsanî qebûl nake. Ew ê Sûriye ji ber zextên Rûsyayê gavên biçûk biavêje.” 

 

Rûsya dixwaze me neçarî Sûriyê bike 

Yûsif bal kişand ser tifaqa stratejîk a di navbera Sûriye û Rûsyayê de û got; “Rûsya dixwaze ku rejîm bi hemû sazî û hêzên xwe vegere herêmên xweser. Dixwaze vê jî bi zexta Tirkiyeyê bike. Rûsya dixwaze rêveberiya xweser neçarî Şamê bike û êrişên Tirkiyeyê bi kar tîne. Lê sekna rêveberiya xweser û HSD’ê zelal e. Lê divê çareseriyeke siyasî ya mayînde pêk bê û pergala Sûriyeyê biguhere. Divê mafê herêmê bê mîsogerkirin.” 

Di dewamê de Foza Yûsif got, rewşa komên girêdayî Tirkiyeyê roj bi roj xerabtir dibe û got, “Tirkiye dixwaze van koman tine bike. Ji ber ku êdî bi kêrî wê nayên û emrê wan ji bo Tirkiyeyê qediya. Ji bo vê jî hewldanên wê hene. Li gorî nirxandinên me wê ev yek ewqas bi hêsan nebe. Ev komên çete di ferqa armancên Tirkiyeyê de ne. Dizanin ku êdî wê bên avêtin. Ew jî wê li dijî vê li ber xwe bidin. Lê bawer nakim xwedî wê vînê bin ku planên Tirkiyeyê pûç bikin.”

 

Îhtîmala êrişê heye  

Foza Yûsif, diyar kir ku dibe heta hilbijartinan Tirkiye êrişeke bejahî bike û got; “Erdogan di rewşeke zehmet de ye. Ji bo ku di vê hilbijartinê de bi ser keve dikare her tiştekî bike. Lewma li gorî me êriş, îhtîmaleke zêde dûr nîne. Hewcehiya Erdogan bi serketinekê heye. Dibêje qey êrişî vê derê bike wê nijadperest dengê xwe bidin wî. Lê şerekî vê carê derdikeve wê neşibe şerê li Efrîn û Serêkaniyê. Ji bo me wê ji her alî ve bibe şerê hebûn û nebûnê.” 

 

Rêveberiya Xweser amade ye 

Herî dawî jî Foza Yûsif got; “Rêveberiya Xweser li dijî van êriş û gefan hem ji hêla leşkerî û siyasî ve, hem jî ji hêla civakî, dîplomasî û aborî ve amadekariyan dike. Gelên herêmê rêveberiya xweser ji bo xwe weke rêya rizgariyê dibîne. Di vê çarçoveyê de jî lê xwedî derdikeve. Ji bo ku rêveberiya xweser hîn bêhtir xurt bibe û pêş bikeve, hemû kes di nava hewldanan de ye. Her kes têdikoşe. Van êrişên dawî nîşan dan ku gelên herêmê bi rêveberiya xweser re ne. Ji bo her êrişekê amade ne.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.