Tirkiye bela ye û hew!

Yekşem 29 Gulan 2022 - 22:18

  • Prof. Dr. Badr el-Dîn: Tirkiye ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehlûke ye. Ji ber ku Tirkiye li Sûriyeyê sûcên şer kirine, ji bo welatiyên Sûriye vegerin Sûriyeyê, avakirina xaniyan a ji aliyê Tirkiyeyê ve nixûmandina ser van sûcan e, derewa herî mezin e. 

Li paytexta Lubnanê Beyrûdê, bi dirûşma 'Ber bi jiyaneke hevbeş û welatîbûneke wekhev ve' konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd bi rê ve çû.

Kesayetên Lubnanî, Ermen, Suryanî û Kurd beşdarî konferansê bûn.

Kongre li ser esasê rêbazên xurtkirina têkiliyên Kurd û Ereban pêk hat. Konferans ji aliyê rêxistinên Navenda Lêkolînan a Lubnanê, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî, Komeleya Jîn a Jinan û Mûsawat Werde Bitrus a Xebatên Jinan ve li ser du beşan hat lidarxistin. 

Di beşa pêşî de mijarên ‘Dîroka têkiliyên Kurdî-Erebî, hebûna Kurdan li Lubnanê, siyasetên mêtingeriyê, destwerdanên herêmî, bandora zîhniyet û amûrên netewedewletê li ser têkiliyên Erebî-Kurdî hatin nirxandin û nîqaşkirin.

Beşa duyemîn piştî nîvrojê li ser mijarên ‘Hevgirtin û yekitiya çarenûsê ya gelên herêmê li hemberî astengiyan, çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan, rola jinan a bingehîn di demokratîkkirina civakê de, çareserî û projeyên hatine pêşniyazkirin ên mîna dewleta hemwelatîbûnê û projeya neteweya demokratîk’ bû.

Em kengî û çima wisa bûn?

Li ser navê Komîteya Amadekar Hesan Qetib got: “Em hewl didin bi wêrekî û bi awayekî objektîf car din diyalogê di navbera gelan de bidin destpêkirin. Em ê bi taybetî doza diyaloga di navber du gelên kevnar; Kurd û Ereb de nîqaş bikin. Divê em pirs bikin, çima, kengî û çawa em wisa bûn? Faktorên xwezayî yên jiyana hevbeş a di navbera gelan de veguherandine şer, çi ne?”

Di rûniştina ewilî de profesora Zanîngeha Lubnanê, Neamet Badr El-Dîn bal bire ser hedefên dagirkeriyê yên herêmî û siyasî û got, “Armanc ew e ku dewletên zeîf bixin bin kontrolê, çavkaniyan talan bikin, çand û zimanê wan tine bikin. Piştî Peymana Sykes-Picot di serî de şer û aloziyên li herêmê, Iraq, Sûriye ku rê li ber parçekirinê tê vekirin, bi navê demokrasiyê tiştên rû didin ji derveyî kontrolkirina herêmê ne tişteke din e.”

Tecrîd li dijî mirovahiyê ye

Prof. Dr. Nemat Badr El-Dîn behsa tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan jî kir û got, “Tecrîda li Îmraliyê li dijî Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê, ne insanî ye.”

Nemat Badr El-Dîn bal bire ser guherîna demografiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û got: “Tirkiye ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehlûke ye.

Bi hinceta teror û ewlekariya neteweyî dîwarê ku Tirkiye lê kirî, ji bo dagirkirina herêmê dîwarê herî mezin ê sêyemîn ê salê ye. Divê herêmên din li dijî dagirkeriya Tirkiye bibin yek. Ji ber ku Tirkiye li Sûriyeyê sûcên şer kirine, ji bo welatiyên Sûriye vegerin Sûriyeyê, avakirina xaniyan a ji aliyê Tirkiyeyê ve nixûmandina ser van sûcan e, derewa herî mezin e. Ji ber ku ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin guherandina demografiyê ye.

Kurdan nas bikin

Wê di dewamê de ji bo îşaret bi naskirina statuya Kurdên li Libnanê jî kir û got, “Divê statûyeke Kurdên li Lubnanê jî hebe. Ez bang li hikûmeta Libnanê dikim, mafê Kurdan nas bike.”

Nemat Badr El-Dîn, qala jinên Kurd ên li Sûriyeyê jî kir û got, “Ezmûn û wekheviya jin û mêran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li cîhanê modela herî baş û serketî ye. Divê jinên li Neteweyên Yekbûyî, welatên Ewrûpayê sûdê ji ezmûnên jinên li Rojava bigirin.”

Diyalog li ser esasê çarenûsa hevbeş

Her wiha ronakbîr û akademîsyenê Iraqî û pisporê diyaloga Erebî-Kurdî Dr. Ebdulhisên Şaban jî got, ew dixwazin çareseriyan peyda bikin û encamnameyekê ji bo pratîzekirinê deynin holê û wiha peyivî: “Diyaloga Kurd-Ereb, diyalogeke zanistî, çandî, fikrî û hiqûqî ye û li ser bingeha çarenûsa hevbeş, mafên wekhev û diyarkirina vebijêrkan li gorî berjewendiyên her du gelan dest pê dike.”

Dr. Şaban her wiha destnîşan kir ku ji salên 1980`yî ve, doza Kurdî li Tirkiyê bûye rojeveke germ, PKK çalak e û wiha pêde çû: “Serokê PKK`ê Abdullah Ocalan ji 1999`an ve dîl e. Ew xwediyê fikra neteweya demokratîk e ya ku pêkanîna mafên gelê Kurd û naskirin wî gelî ye, taybetmendiyên wî û mafê wî yê diyarkirina çarenûsê armanc dike.”

Dr. Selah Ebû Şeqir jî behsa dîroka têkiliyên Kurd-Ereb, hebûna Kurdan li Lubnanê kir. Mamoste Hesan Qetib behsa bandora zîhniyetê, amûrên netewedewletê li ser têkiliyên Ereb-Kurd kir.

Piştî nîvrojê Dr. Xalid El-Ezîli ser hevgirtin, çarenûsa hevbeş a gelan peyivî. Mamoste Îbrahîm Murad jî behsa çanda jiyana hevbeş, biratiya gelan kir. Buşra Elî behsa rola jinan a bingehîn di demokratîkkirina civakê de kir. Mamoste Ebdulselam Ehmed jî behsa çareseriyan û pêşniyazan kir û di nav wan de îşaret bi forma “dewleta welatîbûnê”, projeya “neteweya demokratîk” kir.

Dema nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû ku kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev diyalog, dewama diyalogên beriya niha yên li gelek welatên Ereban e. Herî dawî Çileyê bihurî li paytxeta Urdinê Emanê, bi navê “Ereb û Kurd... diyalog rêya pêşeroja hevbeş e” diyalogek li dar ketibû.

BEYRÛD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.