Tinebûna fîlozofiyê kêmasî ye!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 00:25

  • Nivîskara kitêbên zarokan Xecê Rêdûr dibêje, koka ziman û destpêka her tiştî zarok in, lewma wê bi zarokan dest pê kiriye. Bi ya wê ya pêwîst ew e ku di malê de perwerdehiya zarokan biçe serî û dê û bav li qirkirina zimanê xwe temaşe nekin.

BAZÎD EVREN / MA / AMED

Nivîskar Xecê Rêdûr ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Urmiye dimîne. Ew bi xebatên xwe hewl dide azadî û maneya jinê bi zarokan bide fêmkirin, ji bo vê yekê têdikoşe. Rêdûr, ewilî bi wergerandina pirtûkên zarokan dest bi karê wêjeya zarokan kiriye û pişt re jî bi dewlemendiya çand, ziman û dîroka Kurdan daketiye. Piştî bi dewlemendiya çand, ziman û dîroka Kurdan hisiyayey, dest ji wergerê berdaye û pirtûkeke bi navê “Teyrê Keskesorê” nivîsandiye; pirtûk behsa çîroka zarokeke gulhez dike. Rêdûr, destnîşan kir ku niha jî du pirtûk li ber destê wê ne û ew ê jî di demên pêş de bên weşandin. Her wiha Rêdûr, nebûna fîlozofiya zarokan a di wêjeya kurdî de weke kêmasiyeke mezin dibîne û hewl dide di wî warî de jî bixebite. Herî dawî Rêdûr, dest bi derhêneriyê jî kiriye û niha filmê wê yê yekem tê montajkirin. 

Rêdûr, têkildarî xebatên xwe yên çand û hunerî axivî.

Çima ji bo zarokên welat nexebitim?

Xecê Rêdûr da zanîn ku wê beşa “Rêveberiya Malbatê” xwendiye û niha jî bi wêjeya zarokan re elaqedar e. Xecê Rêdûr anî ziman ku di heman demê de ji bo zarokan pirtûkek jî nivîsandiye û daye weşandin. Xecê Rêdûr li rex van kar û xebatan, derhêneriyê jî dike: “Ez dixwazim beşa Parastina Mafan jî bixwînim da ku mafên zarokan, jinan biparêzim. Min di salên 2015-16’an de dest bi xebatên xwe yên wergerandina çîrokan ji bo zarokan kir. Xebata min a ewilî wergerandina çîroka bi navê ‘Xezala Gerdendirêj’ ya ji Farisî bû û min ev werger çap jî kir. Sedema nivîsandina min a pirtûkên zarokan, rewşa zimanê Kurdî ya nebaş bû, bi taybetî jî li Rojhilat û di milê Kurmanciyê de. Gava min ev rewş dît, zêde li ser min bandor kir û min dest bi vî karî kir. Min gelek pirtûk wergerandin, lê min tenê yek da weşandin. Piştre ez fikirîm û min ji xwe pirsî; heke armanca min ziman, zarok, welat e, ez bo çi diçim çand û ferhenga xelkê tînim belavî zarokên welatê xwe dikim? Dîrok û çanda me ewqasî dewlemend e û ez çima vê dîrokê û vê çandê bi zarokên Kurd nedim naskirin, çima vê şoreşê pêk naînim? Divê vê şoreşê pêk bînim da ku zarokên welêt ji bo siberojê amade bin.”

Kok û destpêk zarok in

Xecê Rêdûr dibêje, niha ew li ser wêjeya zarokan dixebite, lê armanc ne tenê zarok, her wiha jin, welat, azadî ye jî. Ew wekî din dibêje, koka ziman û destpêka her tiştî zarok in, lewma wê bi zarokan dest pê kiriye. Xecê Rêdûr dibêje, heke miletek bixwaze zimanê xwe dewlemend bike, divê xwedî li hebûn û çanda xwe derkeve, divê zarokan perwerde bikin û got, “Heke tu li ser zarokekî vê tesîrê çênekî, piştî ku ew zarok mezin bû û kal bû, tu nikarî vê tişta heyî bi wan bidî naskirin, parastin. Lewma min got, heke ez bixwazim tesîrekê çêkim, şoreşekê ava bikim, divê ez li ser zarokan bixebitim da ku bigihijim armanca xwe.”

Divê lehenga pirtûka min jin be

Xecê Rêdûr der barê nivîskariya xwe de jî wiha peyivî: “Dema ez pirtûkekê ji bo zarokan dinivîsim, heke ew pirtûk li ser jinê nebe, lehengê wê pirtûka min jin nebe, ez nikarim binivîsim. Heta niha min pirtûkek çap kiriye û du pirtûk jî niha li ber destê min in. Armanca min hişmendiyeke, yan jî şoreşek di hişê zarokan de çêkim ku azadî û maneya jinê bi wan bidim fêmkirin. Bi qewlê filozofê me, ‘Jina azad civaka azad e’. Ji ber vê yekê, em çiqasî azadî û maneya jinê bi zarokan re bidin naskirin, em ê ewqasî jî nêzî pêşketin û serketinê bibin. Em ê bi xebatên xwe ev tunehesibandina li ser me ewqas lawaz bikin û hebûna xwe bihêztir bikin.”

Fîlozofî nezaniyê ji holê radike

Xecê Rêdûr dibêje, wê dest bi xebateke nû kiriye û dixwaze bi mijara fîlozofiya zarokan dakeve. Ew dide zanîn ku nebûna fîlozofiya zarokan di nava wêjeya Kurdî de kêmasiyeke gelekî mezin e û ji bo ev kêmasî ji holê rabe wê dest bi xebata fîlozofiya zarokan kiriye. Xecê Rêdûr dibêje, “Divê em bi her awayî, bi her şêwazî giringiyê bidin zanistê. Karê fîlozofiyê nezaniyê ji holê radike, ango hişyariya li dijî nezaniyê ye. Ez dixwazim vê hişmendiyê li cem wan ava bikim ka çima Kurdistana wan, çand û dîroka wan, hebûna wan, ax û welatê wan hatiye dagirkirin? Û divê çi bikin, çawa bikin, çawa bijîn, çawa hebin, çawa bidin jiyandin, divê çawa dîroka xwe, hebûna xwe biparêzin. Dixwazim bi rêya pirs û hişmendiya fîlozofiyê wan agahdar û hişyar bikim. Dema me zarokên xwe agahdar û hişyar kirin, wê çaxê em dikarin bibêjin, me hebûna xwe parastiye, me berxwedaneke mezin kiriye û em dikarin bibêjin, em nêzî serketinê ne.”

Ji bo zarok û jinan filman çêdike

Xecê Rêdûr behsa karê xwe yê derhêneriyê jî dike: “Ji bo parastina mafên zarokên Kurdan min dest bi derhêneriyê jî kir. Niha min filmek çêkiriye û di montajê de ye. Mijara filmî, zarokên mexdûrên teqîna mayînan in. Bi salan e ev rewş didome û ji milê Başûr heta digihîje Rojhilat li herêmên Kurdan mayîn hatine bicihkirin. Ev mayîn bi zanebûn nehatine paqijkirin û ew paşguh kirine. Her zarokeke me Kurdan xwedî serpêhatiyeke pirr bi êş e. Ew bi van serpêhatiyan mezin bûne û hinek ji wan jî jiyana xwe ji dest daye. Wekî din armanca çêkirina filman ew e ku karibim bedewiya jina Kurd, lehengiya jina Kurd nîşan bidim û dixwazim bi rêya çêkirina filman vê yekê biparêzim û bidim parastin.”

Ji bo ziman dakevin meydanê

Xecê Rêdûr di dawiyê de bang li dayik û bavên Kurd dike û dibêje, Kurd li çar milên Kurdistanê di bin desthilatdariyekê de ne, ji ber vê yekê jî pêwîst e ku dayik û bav, malbat ji bo Kurdî bixebitin. Xecê Rêdûr dide zanîn ku dibistan ji bo zarokan girîng e lê ne bivênevê ye: “Ya pêwîst ew e ku di mala xwe de, di bin darekê de, di odeya xwe de perwerdehiya zarokên xwe pêk bînin û li qirkirina zimanê xwe temaşe nekin. Ji bo zimanê xwe divê her kes bê meydanê û çi ji bo zarokan be, çi ji bo mezinan be, xebatên xwe yên ji bo ziman bimeşînin, bidomînin yan jî dest pê bikin. Ji bo ku zimanê me, çanda me bê tinekirin, ji bo ku em tine bin her êriş heye. Ji ber vê yekê jî divê em hewl bidin ku di bin vê qirkirinê de nemînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.