Tînarîwen: Muzîka çolê ya serhildêr

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Kanûn 2022 - 05:30

ARDÎN DÎREN

 

Koma muzîkê ya bi navê “Tînarîwen” ku bi zimanê Tuaregî yê Tamashek tê maneya “merivên çolê, zarên çolê” ji hêla muzîkjenên Tuaregî di sala 1979’an de hatiye damezirandin. Komeke têra xwe navdar e û muzîkeke balkêş û resen bi xelkê didin guhdarkirin. Tuareg ji wan kesên ku li çolê dijin û bi zimanê berberîyan diaxivin re tê gotin. Ew li Burkîna Faso, Cezayîr, Lîbya, Malî û Nîjerya dijîn. Qederê 2 milyon kesî ne. Xwedî çandeke resen û kevnar in, her wiha ji bo serbixwe bibin jî li hember dewletên heyî li ber xwe dane û heta ji wan tê xwe bi rêxistin kirine. Lê weke gelek civakên din çanda wan ya resen jî bi demê re asîmîle bûye û gelek ji wan bi rêûresmên berê najîn. Li welatên ku lê dijîn ew jî ber bi bayê nûjeniyê ketine û gelek caran jî bi darê zorê hatine asîmîlekirin ango çanda wan hatiye qirkirin!

Kêsên di komê de cih girtine ji Malî ne û bi awayekî kolektîf bi zimanê Tuaregî muzîkeke ku jê re dibêjin “bluesa çolê” afirandine. Şêwaza muzîka wan resen e, tiştekî ku berê li çolê nehatibû ceribandin ava kirine. Di bin tesîra rêûresmên muzîka Efrîkayî de man, lê di heman demê de ji muzîka rock ya rojavayî jî sûd wergirtin û her du çandan nezî hevdu kirin. Tînarîwen heya niha 8 albûm derxistine û beşdarî gelek tûrneyan bûye. Her wiha sê caran jî ji bo “Xelatên Grammy” bûne berandam û di hin beşan de bi ser ketine. Wekî din jî gelek xelatên navneteweyî girtine. Di sala 2012’an de albûma wan ya bi navê “Tassili” di dinyayê de bû albûma herî baş ya muzîkê û xelat wergirt. Radyoya bi navê NPR jî komê weke “Serhildêrên rasteqîn ên muzîkê” bi nav kiriye û gelek muzîkjen jî denge muzîka koma Tînarîwen, weke dengê serhildêran hesibandiye. Di sala 2001’an de albûma wan ya ewil ya tîcarî ya bi navê “Radio Tisdas Sessions” derket.

‘Çîprût’ekî dera hanê û muzîka blues

Serpêhatiyeke dûr û dirêj ya koma “Tînarîwen” heye. Serpêhatiya komê bi pêşengê komê, muzîkjen Îbrahîm Ag Alhabib dest pê dike. Ew weke avakarê komê tê zanîn. Serpêahatiya wî jî weke ya komê têra xwe balkêş e ji xwe. Dema ew hîna 4 salî ye bavê wî yê serhildêr di serhildana sala 1963’an a li Malî de ji hêla hikûmetê ve tê kuştin. Îbrahîm jî di nav çol û kampên penaberan de weke gerokekî dijî. Bi tena serê xwe ye û kesî wî tine ye. Ji lewma jê re dibêjin “Abaraybone” ku dihat meneya “çîprût”. Ew “çîprût”ekî dera hanê bû li ber çavê xelkê! Îbrahîm bibîr tîne ku rojekê, li çolê li sînemayeke ku ji tenekeyan hatibû çêkirin li filmekî “western” temaşe kiriye û di film de kovboyek gîtar jenandiye. Ew pirr di bin tesîra gîtara wî de maye. Ew qet sebir nake û ji tenekeyên zengar yên zeytê gîtarekê çêdike ji xwe re. Tevî dar û frêneke bisqilêtê gitara xwe temam dike û xwe bi xwe fêrî gîtarê dibe. Destpêkê melodiyên Tuaregî, hin stranên modern yên Erebî dibêje, lê bi demê re Alî Farqa Toure nas dike û dixwaze muzîka “blues” îcra bike. Toure jî ji Malî bû û gîtarîstekî çê bû. Divê were zanîn ku Alî Farqa Toure yek ji wan muzîkjenên Efrîkî yê herî xurt e û avakarê “bluesa çolê ya Efrîka” ye. Her wiha navê wî di nav gîtarîstên herî baş ên dinyayê de jî derbas dibe. Koma Tînarîwen ji karên wî û şêweza ku afirandiye gelek hez dike û wî ji bo xwe weke pêşengekî dibînin.

 

Sirgunî, bêkarî û stranên li ser hesreta welat

Ishumar, peyveke bi zimanê Tamashek e, ku ji ber peyva Fransî ya “chômeur” hatiye avakirin û tê maneya “kesên bêkar”. Peyva “Ishumar” kesên ku ji ber şer, xizanî û hişkesaliyê direvin û bê kar dimînin îşaret dike. Nexasim jî ciwanên kur yên Tuaregî ku sirgun bûne û ji xwe re li kar digerin tîne ziman ev peyv. Ev peyv di heman demê de serpêhatiya nifşekî jî vedibêje. Îbrahîm Ag Alhabib jî yek ji van “ıshumar”an e û di nav vî nifşî de cihê xwe digire. Di sala 1979’an de li ber destê necarekî dixebite lê piştî demekê dev ji kar berdide. Qederekê di hepsê de dimîne. Piştî ji hepsê derdikeve yekser xwe li Cezayîr dibîne. Li Başûrê Cezayîr, li Çola Tamanrasset kesên weke Alhassane Ag Touhami û Inteyeden Ag Ableline nas dike. Ew jî weke wî Tuareg in û ji zimanê hevdu fêhm dikin. Cara yekem Îbrahîm li wir dibe xwedî gîtareke akûstîk. Îbrahîm û hevalên xwe li Cezayîr komê ava dikin û bi vê koma piçûk diçin dawetên Tuaregiyan, nexasim jî dawetên kesên ku ji warên xwe sirgun bûne û terka welatê xwe kirine. Stranên ku digotin jî xîtabî sirgunen “ishumar” dikirin, komê hesreta wan ya ji bo welat bi van stranan vedigot û dibû dengên kesên ji welatê xwe hatine sirgunkirin. Ji xwe destpêkê navê komê tine bûye, pirrî caran xelkê ji wan re digot “Kel Tînarîwen” yanî “zarên çolê” û bi vî awayî di sala 1979’an koma “Tînarîwen” hate damezirandin. 

 

Li kampên şer muzîka xwe pêş dixin

Tuareg xelkên koçber yên çolê ne, kesên afirîner û wêrek in jî. Ji xwe ew weke “şervanên çolê” jî deng vedane û bi wêrekiya xwe tên naskirin. Di sala 1980’an de serokê Lîbyayê Muammer El-Kaddafî dixwest li Bakûre Efrîka dewleteke misilman ya yekgirtî ava bike, ji bo vê yekê jî bang li xortên Tuaregî kir ku tevlî artêşa wî bibin. Endamên koma “Tînarîwen” jî di nav lêgerînêkê de bûn, Îbrahîm û hevalên xwe bersiv dan bangewaziya Kaddafî û ji bo perwerdeya leşkerî bibînin derbasî Lîbya dibin. Endamên Tînarîwen di van salan de di navbera Lîbya û Cezayîr de diçin û tên û li gel perwerdeya leşkerî, muzîka xwe jî peşda dibin. Di sala 1985’an de endamên komê ji bo kampeke nêzî Trablûs tên vexwandin. Ev kamp ji hêla tevgera serhildêr ya bi navê MPA (Mouvement Populaire de l'Azawad) ve bi rêve diçû. Serhildêrên li kampê giş Tuareg bûn û doza dewleteke serbixwe dikirin. Li vê kampê kesên bi navê Kedou Ag Ossade, Mohammed Ag Itlale, Sweiloum, Abouhadid û Abdallah Ag Alhousseyni jî tevlî koma Tînarîwen dibin. Muzîka wan div an salan de xizmetî têkoşîn, serxwebûn û perwerdeya kesên li kampê dike. 

 

Studyoyeke çirtovirto û qeydên kasetan

Koma Tînarîwen li vê kampê studyoyeke çirtovirto ango nelihev ava dike û hewl dide li vê studyoyê qeydên xwe bigire. Piştî demekê xelk kasetên vala tînin da ku ew dagirin. Ew jî wan naşkênin û kasetên wan yên vala bi stranên xwe yên li ser hêvî, têkoşîn û sirguniyê dadigirin. Ev stranên wan li her derî tên kopyakirin û her diçe dengê wan li kampan, li çolan û li hin cihûwarên Sahrayê berbelav bû. Ew bi saya van kasetan bêhtir hatin naskirin. Ber bi salên 1990’î de hikûmeta Malî qesetên koma Tînarîwen qedexe kir û yên ku li kasetên wan guhdar dikirin jî dihatin cezakirin. 

 

Bi muzîka xwe moralê didin şervanan

Koma Tînarîwen jî bi demê re dev ji muzîka ajît-propaganda berda û di muzîkê de bêhtir xwe kûr kirin. Lêgerîna wan her dewam bû û dixwestin tiştên nûtir biceribînin. Ji lewma wan stranên resen nivîsand û muzîkeke şexsî ya ku serpêhatiyên taybet vedigot tercîh kir. Sal bi sala qelîteya muzîka wan baştir dibû. Lê gava ku di sala 1990’î de li Malî serhildan çêbûn û xelk bi ser avahiyên hikûmetê de girt hin endamên komê xwe negirtin û dîsa tevlî serhildanan bûn. Heya ji Tînarîwen hat bi muzîka xwe dîsa piştevaniya serhildêran kir û di şer de moralê wan xurt kirin. Di sala 1996’an de di navbera serhildêrên Tuaregî û hikûmeta Malî de hin peyman tên îmzekirin û bi awayekî sembolîk 3 hezar çek tên şewitandin. Lê dîsa jî şer bi awayekî didomê  û aramî zû bi zû çênabe li Malî. Koma Tînarîwen jî ji xwe re li warên din digere û dev ji lêgerîna xwe ya muzîkê bernade ti carî. Her ku diçe kesên nû li komên zêde dibin û kom xurtir dibe. Koma Tînarîwen xwe ne weke Cezayîrî û ne jî weke kesên ji Malî dibînin. Ew Tuareg in û zarên çolê ne. Her wiha sînorên di navbera welatên wan de hatine avakirin jî weke nîşaneya mêhtingeriyê dinirxînin.

Ev peyvên li jêr ên strana “Le Chant des Fauves” (Strana Cinawirên Hov) nihêrîna wan ya derbarê mêhtingeran de baş tîne ziman;

“Di navbera Malî û Nîjerya de peymanek bû/Dê Tenere çawa parve bikin nîqaş dikirin/Di bin tava tûj de, bêyî Tenere/Nîqaş kirin dê çawa parve bikin…”

Ew di vê stranê de soz didin ku wê Tenere ji zaliman re nehêlin û welatê xwe ji destê mêhtingeran rizgar bikin.

 

Festîval û konserên li çolê

Di sala 1998’an de koma muzîkê ya bi navê “Lo’ Jo” ya Fransî ku bi muzîka Efrîqî re mijûl dibû li Bamakoya Malî beşdarî festîvaleke muzîkê dibin. Ew li vir koma Tînarîwen nas dikin û ji muzîka wan gelekî hez dikin. Paşê wan ji bo konserekê vedixwînin Fransayê. Koma Tînarîwen weke welatiyên “Azawad” ku hîna ew ne bajarekî serbixwe yê Tuaregan e, beşdarî konserê dibin û li wir muzîka xwe didin naskirin. Bi pêşengiya Koma Tînarîwen û Koma Lo’ Jo di sala 2001’an de li “Tin Essako” ku 60 kîlometre ji Kîdala Malî dûr e, “Festival au Désert” tê lidarxistin. Qederê hezar kesên Efrîkî û 80 kes jî Ewrûpî li vê festîvalê li hev kom dibin û li çolê festîvaleke muzîkê organîze dikin. Bingeha vê festîvalê jî ji rêûresmeke kevn ya Tuareg peyda dibe; “Takoubelt” an jî “Temakannit” rêûresmeke qedîm ya Turaegan e. Ji bo pirsgirêkên nav êl û eşîran nîqaş bikin, bi hev bişêwirin û çareseriyan bibînin li çolê li hev diciviyan û civînan çêdikirin. Festîvala li çolê jî vê rêûresma qedîm îşaret dikir. Ev festîval çend salan hate lidarxistin lê ji ber rewşa Efrîka ya ne ewle hat betalkirin! Piştî ku endamên komê koçî Emerîka kirin li wir weke “festîvaleke sirgunbûyî” dewam kir.

 

Stranên çolê birin welatên biyanî

Koma muzîkê Tînarîwen li gelek welatên dinyayê derketiye ser dikê û stranên ji çolê bi xelkê dane guhdarkirin. Wan li Fransa, Denmark, Belçîka, Ingilîstan, Emerîka, Kanada, Japonya, Başûrê Efrîka, Morîtanya, Fas, Swîsre, Elmanya, Hollanda, Îtalya û hin welatên Skandînavyayê konser û tûrneyan lidarxist. Her wiha di gelek pêşbirkên muzîkê de jî cih girtin û li van pêşbirkan xelatên herî baş wergirtin. Solîstê koma Led Zeppelin, Robert Plant jî wan vexwend Londonê û mûzîka wan wiha nirxand, “Min wisa hîs kir ku ew muzîka ku ez heya niha le pey diçim ev muzîk bi xwe ye.” Robert Plant ji bo muzîka Tuaregiyan ji nêz ve binase û baştir hîs bike beşdarî “Festival au Désert” jî dibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.