Timî li Serok Apo difikirî

Yekşem 13 Sibat 2022 - 22:18

  • Roja Reş; bêbextiya bi navê Komploya Navneteweyî ya 15´ê Sibata 1999´an… 

VEDAT YELER / ATİNA

Roja Reş; bêbextiya bi navê Komploya Navneteweyî ya 15´ê Sibata 1999´an… Ji hingê ve Rêber Abdullah Ocalan di şertên gelekî giran de tecrîdkirî û êsîrkirî ye li hepsa Girava Îmraliyê ye. Sibe, 23 salên vê zilmê temam dibin. Li dijî komployê çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” jî hatin kirin.

Lingekî vê bêbextiya navneteweyî li paytexta Yewnanistanê Atînayê bû. Piştî komployê bi 7 salan, 24´ê Adara 2006´an Elefteria Fortulakî ya Yewnan, dayika du zarokan, bedena xwe li hewşa dêra Aios Agios Milanos a li Atînayê da ber agir. Li dawiya nameya li pey xwe hiştî wê nivîsîbû: “Bijî biratiya gelan! Azadiya gelê Kurd û ya Rêber Apo, azadiya tevahiya miletên dinayayê ye.

Di nameya xwe de wê behsa agirê Newrozê jî dikir û digot, ew hinekî dereneg maye. Elefteria di dîroka gelê Kurd de bû înternasyonalîsta pêşî ya ku çalakiyeke bi vî rengî kir. Ew 27´ê Adarê li nexweşxaneyê şehîd bû.

Gava Elefteria jiyana xwe ji dest da, keça wê Clara yek salî bû, kurê wê Ernesto 2 salî bû. Em bi wan re û bi hevjînê wê Şiwan Otsal re peyivîn. Di nameya xwe de wê digot, ew gelekî hez ji Şiwan dike û pê bawer e. 

Wesiyeta Elefteria: 

Bila zarok bi Kurdî bipeyivin

Di beşeke nameya xwe de Elefteria ji dayika xwe re behs dike ka çi neheqî û zilm li Kurdan dibe û ka biratiya gelan çi qasî xweş e. Di dewama wê beşê de ew wesiyet dike ku divê zarokên wê hînî Kurdî bibin, ji ber ku ew Kurd in jî:

“Dayika min a ezîz, biratiya gelan tiştekî gelekî xweş e. Miletê Kurd ji bo biratiya gelan têdikoşe. Hêzên Parastina Gel têdikoşin li dijî wan esker û polêsên Tirk ên ku êşkenceyê li  Kurdan dikin, jinepîr û kalemêran ceza dikin, û zarokan dikujin. Ji ber ku Kurd doza mafê zimanê dayikê û mafê perwerdeyê dikin. Ew dixwazin weke mirovan bijîn. 

Zarokên me divê hînî du zimanan bibin, dayika wan Yewnan e, bavê wan Kurd e.”

Serfiraz û xemgîn in

Zarokên wê îro 16 û 17 salî ne. Beriya em bi wan re bipeyivin, ew dibêjin, “Ez Clara, keça Şehîd Elefterya me.” “Ez Ernesto kurê Şehîd Elefterya me”. 

Dayika wan nayê bîra wan, lê ew dibêjin, ew bi dayika xwe serfiraz in, di heman demê de ji ber ku îro ne sax e, ew gelekî xemgîn û dilşikestî ne. 

Wan, bavê wan û malbata wan wesiyeta dayika wan bi cih aniye: Ew bi Kurdî dipeyivin, li muzîka Kurdî dihisînin û li nûçeyên Kurdî temaşe dikin. Her du jî di warê siyasî de ne dûrî doza dayika xwe ne; Ew ji bo beşdariya Kampanyaya Azadî ji Ocalan re bang li xelkê dikin: “Em dixwazin li ser Roja Reş çend gotinan bikin. Ji bo ku em Serok Apo azad bikin, em tiştekî ji her kesî dixwazin. Bila tevlî xebatên ji bo azadkirina Serok Apo bibin. Bijî Serok Apo! Şehîd namirin û di dilan de dijîn!”

Di 6 mehan de hînî Kurdî bû

Hevjînê wê Şiwan dibêje, wî Elefteria sala 2002´yan nas kiribû, gava wan hev nas kiriye jî, Elefteria Kurdistan û têkoşîna Kurdan nas dikir: “Têkiliyên wê yên insanî xurt bûn. Bi hevaltiya me re wê miletê Kurd û têkoşîna wî bêhtir nas kir. Her ku nas kir jî bi pratîk û fikra xwe bêhtir nêzîkî têkoşîna Kurdan bû. Timî li têkoşîna Kurdan û Serok Apo difikirî.”

Şiwan wiha behsa pêvajoya hînbûna Kurdî ya Elefteria dike: “Şehîd Elefteria, her ku hînî Kurdî bû, bêhtirt serwext dibû, her ku serwext dibû, bêhtir dixist ber lêpirsînê. Her êvar li ber ROJ TV rûdinişt, nûçe û tiştên tên gotin, not digirtin û dîtira rojê ji min dipirsî. Bi vî rengî di nava 6 mehan de hînî Kurdî bû.”

Wê biryar da

Çapemeniya Yewnan tam 15 rojan hîç behsa çalakiya Elefteriayê nekiriye. Piştre jî tenê çalakiya wê rexne kirine. Şiwan jî dibêje, ji ber ku Yewnanistanê nexwestiye têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re xira bike, behsa çalakiya Elefteria nekiriye; û wiha jî rola xwe ya di komployê de dewam kiriye. Şiwan ji bo çalakiya hevjîna xwe dibêje, “Çalakiyeke gelekî muhim û biqedr bû. Ji bo azadiya miletê Kurd û Serok Apo du zarokên xwe li pey xwe hiştin û bedena xwe da ber agir. Ev baweriya wê ya bi me jî bû. Gelekî ji dewleta Yewnan û yên di nava komployê de aciz û bi kîn bû. Serbilind bû. Wê biryar da. Ti kesî ji wê re negot, biçe ji bo Serok Apo bedena xwe bide ber agir. Li aliyekî bexteweriya xwe îfade dikir. Li aliyê din jî gelekî bi kîn bû ji ber wê yekê ku Serok Apo teslîmî wan kesan kirin, yên ku ev sed sal in Kurdan qetl dikin. Ji ber ku Ocalan teslîmî qatilên Kurdan kirin, dilê wê pirr diêşiya.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.