Bi pêşengiya kolektîfa Convoî Solîdaîre Jacqûes Leleû yê Fransî li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê derbarê jiyana Kurdên koçber ên li kampê pêşangeha wêneyan vekir.
Jacqûes Leleû jiyana Kurdên li Kampa Lavrîo ya ku di encama zextên dewleta Tirk de ji aliyê hikûmeta Yewnan ve hate girtin, girt kadrajê û got, “Bi çand û zimanê xwe Kurdistana piçûk afirandin.”
Kampa Lavrîo sala 2023’yan di encama zextên dewleta Tirk de ji aliyê hikûmeta Yewnan ve hate girtin. Li kampê di navbera sala 2016 û 2023’yan de bi hezaran wêne hatin girtin. Wêne li Pirtûkxaneya Meteorîte ya li Atînayê hatin nîşandan.
Pêşengeh bi baldarî hate şopandin
Kurdistaneke piçûk afirandin
Jacqûes Leleû yê Fransî ji jiyana Kurdên li kampê bi hezaran bîranîn girt kadrajê û di nivîsa xwe ya agahdarkirinê ya têkildarî pêşangehê de, ev tişt diyar kir: “Ti kes naxwaze ji mala xwe û gelê xwe qut bibe. Roşna carekî ji me re got ku ew bêyî kokên darê nikare bijî. Mirov tevî êş û xizaniyên xwe, di nava yekîtiyê de bi hev re dijîn. Bi çand û zimanê xwe zarok mezin kirin û Kurdistana piçûk afirandin. Hêvî dikin, dikenin û govend digerînin. Xeyala roja serketinê dikin û dixwazin vegerin warê xwe.”
Kamp di hedefa dewleta Tirk de bû
Siyasetmedarê Kurd Hasan Huseyîn Ebem li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Atînayê beşdarî pêşangehê bû û ji ber xebata Jacqûes Leleû spasiya wî kir.
Ebem diyar kir ku Kampa Lavrîo xwedî wateyek dîrokî ye û got ku dewleta Tirk kamp ji xwe re kire hedef. Ebem got, “Mixabin sala 2023’yan kamp hate valakirin û mirovên me tenê hiştin. Dewlet ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj mirovan bi hêviya mirinê ve dihêle.’’
ANF/ATÎNA