Ti surprîza referandûma Rûsan nebû

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 29 Îlon 2022 - 02:02

  • Rayedarên Rûsyayê, roja duşemê beriya ku referandûm bi encam bibe ragihand ku dengê “erê” bi ser ketiye!

Referandûma ku Rûsyayê li herêmên Zaporijya, Herson, Donetsk ve Luhansk yên Ûkranyayê li dar xist, weke ku her kes li bendê bû bi encam bû: Dengê “erê” bi ser ket.

Referandûmê 5 rojan dewam kir. Rayedarên Rûsyayê, roja duşemê beriya ku referandûm bi encam bibe ragihand ku dengê “erê” bi ser ketiye.

Li Zaporjiya hat ragihandin ku sedî 93.1, dengan “erê” bûne. Komîsyona hilbijartinê ya Hersonê jî ragihand ku hilbijeran ji sedî 87 ji referandûmê re gotiye “erê”. Komara Gel a Donetskê jî diyar kir ku ji sedî 99.23´yê dengê “erê” bûne.

Bi vê referandûmê, Rûsyayê ji sedî 20´ê xaka Ukranyayê bi dest xist.

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy, diyar kir ku ew ê li herêmên ku ji aliyê Moskovê ve hatine dagirkirin di aliyê parastina gel de tevbigerin. Zelenskiy qala Herson, Zaporijya, Donbass, Harkiv û Qirimê kir û destnîşan kir ku ew ê “gel biparêzin”.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, di axaftina xwe ya li Konseya Ewlehiyê de diyar kir ku ew piştgiriyê didin “yekparebûna axa” Ûkraynayê.

Fransayê ji bo referandûmê got “qeşmerî” û nerazîbûn nîşan da. Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê Antony Blinken jî ragihand ku welatên rojava wê ti carî vê referandûmê qebûl nekin.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg refandûm mîna “xeyalî” bi nav kir û anî ziman ku ti rewabûna wê tineye.

Piştî referandûmê çav li rê ye Rûsya pêvajoya îlhaqkirina van deveran bide destpêkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.