Ti carî xiyanet biser nakeve

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 02:50

Qetilkirina rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, li gelek navendên Ewrûpayê hate rûreş kirin. Kurdan û dostên xwe di çalakiyan de peyama berxwedanê dan û xiyaneta PDK’ê rûreş kirin û gotin:’’Ew ê ti carî xiyanet bi sernekeve!’’

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sêvê li ber Parlamentoya Eyaleta Bremenê pêk hat. Di çalakiyê de qetilkirina rojnamevanan hat şermezarkirin û hat xwestin ku li dijî êrîşa dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê helwest were nîşandan. Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Îshak Yilmaz ji bo PDK’ê ya ku rê li ber êrîşên dewleta Tirk vekir, ev bang kir:“Em li vir dixwazin bibêjin; ev xiyanet wê dawiya we bîne. Li cîhanê ti carî xiyanet bi ser neketiye. Dewleta Tirk îro dixwaze Kurdistanê dagir bike. Berxwedana 40 salan a gerîla nîşan da ku dewleta Tirk bi ser neketiye û wê bi ser nekeve jî. Ger îro di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de Serok Apo muxatab negirin, wê sibê muxatabekî nebînin.”

Çalakiya şermezarkirinê bi daxuyaniya li ser navê KON-MED’ê hat dayîn, bi dawî bû.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgartê jî êrişa balefirên bêmirov ên dewleta Tirk li hemberî rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê pêk anî, hat şermezarkirin. Li ser banga hevpar a Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û jinên Hindistanê bi sernavê “Komkujiyên jinan li Hindistan, Îran, Tirkiye û hemû cîhanê rawestînin” li Qada Schlossplatzê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de rojnamevanên jin ên ku di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyê hatin şehîdkirin û Dr. Momîta Debnath a ku li Hindistanê piştî tecawizê hat qetilkirin hatin bibîranîn û li hemberî komkujiya jinan banga piştevaniya jinan a gerdûnî kirin. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin. Mîtînga ku rastî eleqeyek mezin hat, kesên derdorê hatin agahdarkirin.

MUNÎH

Qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Munihê hat protestokirin. Di çalakiyê de daxuyanî hate xwendin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bimre xiyanet”, “Terorîst Erdogan” , “Terorîst Erdogan raus aus Kurdistan” hatin berzkirn.

CHUR

Kurd ku li pêşiya stasyona trenê ya navendî ya Churê yê Swîsreyê li hev civiyan, wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin hilgirtin. Piştre li ser navê Însîyatîfa Jinên Kurd a Churê Bêrîtan Boltan daxuyanî da. Boltan destnîşan kir ku komkujî bi alîkarî û erêkirina rêveberiya PDK’ê pêk hatiye. Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca dagirkerî û îlhaqkirinê li Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Başaran anî ziman ku faşîzma AKP-MHP’ê her roj li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike, rêveberiya PDK’ê jî dibe şirîkê van komkujiyan û got ku PDK bi şirîkatiya faşîzma AKP-MHP’ê dijminatiya gelê xwe dike. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.