Textekî ji cîhazên avêtî!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 6 Kanûn 2023 - 00:15

  • Hunermend Von Wong bi înstalasyona xwe ya ku weke textekî sêwirandiye, balê dibe ser cîhazên avêtî yên elektronîk. Her wiha ew weke endamekî tevgera “Mafê Tamîrkirinê” jî xwe dide nasîn û girîngiya mafê tamîrkirina cîhazên elektronîk tîne ziman.

Hunermend Benjamin Von Wong, para bêhtir înstalasyonan çêdike, vê carê jî bi înstalasyoneke balkêş û mezin derdikeve hemberî bîneran. Wî berê jî hin înstalasyonên mezin ên li ser mijarên civakî çêkiribûn û van înstalasyonan bala xelkê dibir ser pirsgirêkên hawirdorê. Von Wong herî dawî li muzexaneya “Arcadia Earth” a Torontoyê -li Kandayê- înstalasyoneke mezin çêkir û bi vê înstalasyona xwe balê dibe ser “tişt û miştên bikêrnehatî” yên elektronîk ên ku insan wan diavêjin. Ew pirsgirêka ku weke “e-waste” tê binavkirin, rexne dike û weke endamekî tevgera “Mafê Tamîrkirinê” dixebite.

“Mafê Tamîrkirinê” yê cîhazên elektronîk li gelek deveran, nexasim jî Emerîka û Ewrûpayê weke qanûnekê hatiye qebûlkirin. Ev tevger hewl dide kesên xwediyên cîhazên elektronîk xwe bi xwe cîhazên xwe tamîr bikin û bikin ku cîhazên wan ji nû ve bixebitin. Ev tevger wekî din jî li hember şirketên mezin radibe û dixwaze cîhazên hatine tamîrkirin bi buhayekî kêm werin firotin. Ev pirsgirêk dibe ku tiştekî ji rêzê xuya bike, lê gava mirov li tiştên avêtî difikire, dibîne ku pirsgirêkeke pirr cidî ye. Bifikirin, li dinyayê tenê di sanîyeyekê de 800 kompûterên laptop (yên mirov li ser çongên xwe jî dikare bi wan kar bike) tên avêtin! Mirov tenê li yekê bifikire, têrê dike ji bo mirov bi ber bikeve ka ev mesele çiqasî girîng e.

Di sê hetfeyan de temam kirin

Von Wong û hevalên xwe, ji bo vê meseleya cidî ya avêtina cîhazên elektronîk bi xelkê jî bidin zanîn, 6 mehan hazirî kirin da ku înstalasyona xwe temam bikin. Piştî haziriya 6 mehan, Von Wong û ekîba xwe di nava 3 hefteyan de înstalasyon temam kirin. Înstalasyona wan a ku weke textekî pirr mezin hatiye sêwirandin, ji klavye, kartên kompûteran, kompûter, qablo û cîhazên elektronîk pêk tê. Wan ev cîhazên elektronîk ên avêtî parçe parçe kirine û paşê jî weke înstalasyonekê li hev anîne. Bi vî awayî, textekî ji cîhazên elektronîk ê weke dêwekî derketiye holê.

Kesên ku diçin serdena textê elektronîk bi derenceyan ve hildikişin ser text û li wir fotografên xwe digirin. Ew li wir tenê fotografên xwe nagirin, her wiha derbarê siberoja teknolojiyê û cîhazên avêtî de jî li hin tiştan difikirin. Wekî din jî serdêr, li muzîkan guhdarî dikin li ser textî û bi rêya qoda QR serdêr derbarê tevgera “Mafê Tamîrkirinê” de agahiyan digirin. Ev înstalasyona Von Wong û tîma wî wê salekê li muzeyê were nîşandan. 

Em tiştên avêtî kêmtir bikin

Von Wong dide zanîn ku wî kariyera xwe hemû ji bo pirsgirêkên hawirdorê terxan kiriye û dibêje, “Di van deh salên dawî de gelek bûyerên avûhewa û hawirdorê qewimîn. Hîna jî pirsgirêkên bi vî rengî dewam dikin. Ez bi rêya çalakiyên piçûk hewl didim bala xelkê bibim ser van pirsgirêkan û dixwazim derbarê van pirsgirêkan de nihêrînên nû bi xelkê re peyda bikim. Tevgera ‘Mafê Tamîrkirinê’ jî bi gelek hêlên xwe bala min bire ser xwe. Divê em bi sêwirandinên baş û çê, bikin ku tiştên avêtî kêmtir bibin, nexasim jî cîhazên elektronîk ên avêtî bi serê xwe pirsgirêkeke mezin in. Helbet em dizanin ev çalakiyên bi vî rengî bi tena serê xwe nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Lê bi van çalakiyan xelk di van meseleyan de baldartir tevdigerin. Bi vî awayî, ew hema bi carekê her tiştê xwe naavêjin û nakin çop. Ev çalakiyên me, vê motîvasyonê ava dikin li cem xelkê tê serdana van çalakiyên piçûk ên hunerî.”

Bêderfetiyê afirînerî xurttir kir

Von Wong ji bo alîkariya wî bikin, bi ekîbeke wisa re dixebite ku di nav vê ekîbê de heval û kesên ji malbata wî jî hene. Her wiha gelek kes jî bi awayekî dilxwazî dixebitin bi wî re. Von Wong derbarê zehmetiya vê projeya xwe de jî got, “Zehmetiya vê projeyê ev bû ku pereye me pirr kêm bûn. Me bi pereyekî pirr kêm ev xebat bire serî. Ji bo ku hûn berhemeke bi vî rengî çêkin û biparêzin, ehlewî hewce ye. Her wiha avakarên ku ji van karan fêm dikin. Hin caran ez difikirim û dibêjim, gelo pereyên me zêdetir bûna, me yê karekî serketîtir derxista holê? Lê na vê xebatê nîşanî min da ku mirov dikare bi derfetên piçûk jî berhemên baş û serketî çêke. Bêderfetiyê afirîneriya me derxist holê.”

Şirketek piştevaniya wan dike

Von Wong derbarê cîhazên elektronîk de yên ku wan ji bo projeyê bi kar aniye jî got, “Cîhaz hemû yên avêtî bûn û şirketeka piçûk ew peyda kirin. Ev şirket ne li pey kara xwe bû û dixwest alîkariyê bide me. Wan jî piştgirî da tevgera ‘Mafê Tamîrkirinê’ û şirketê da zanîn ku cîhazên ji wan re hatine peydakirin hemû kî xerabe ne û bi ti awayî nayên bikaranîn. Şirket piştî salekê, yanî piştî ku înstalasyon ji muzeyê hat rakirin, wê dîsa van cîhazên elektronîk ên avêtî kom bike û veguherîne cîhazên nûtir.”

Jehra cîhazên elektronîk zêde ye

Von Wong herî dawî derbarê girîngiya tevgera “Mafê Tamîrkirinê” de got; “Di nav tiştên avêtî yên li dinyayê de amûrên herî zêde jehrê belav dikin, cîhazên elektronîk in. Yanî jehra ku ji tiştên avêtî peyda dibe, ji sedî 70’yê wê ji cîhazên elektronîk e. Hin ji van bi awayekî veguherandin lê gelek ji wan jî bêyî ku biçin ber makîneyên veguherandinê tên tamîrikrin û ev rêyeke baştir e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.