Oscar jî têr nekir ji bo nîşandanê!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Adar 2025 - 00:48

Belgefilmê bi navê "No Other Land" ji aliyê Hamdan Ballal, Yuval Abraham û Rachel Szor ve hatiye kişandin. Belgefilmî serê vê mehê Xelata Belgefilmê Herî Serketî a Oscarê girt. Belgefilm li Eyaleta Florida ya DYA'yê dê bihata nîşandayîn lê destûr nedan.

Belgefilm li Bati Şerîa derbas dibe. Qala bûyerên di navbera salên 2019-2023'yan de çêbûne dike. Dema belgefilmî xelata Oscarê girt, Îsraîlê bi gotina "Ev ne huner e, sabotaj e" rexne kir.

Şaredarê Miami Beach ê bi navê Steven Meiner dixwaze pêşî li nîşandayînê bigire. Salona sinemayê ya serbixwe dixwaze belgefilmî nişan bide, lê şaredar gotiye ewê 40 hezar dolar fona ku didin sînemayê bibirin û peymana kirayê jî betal bikin.

Meiner îdîa dike ku film antîsemîtîk e. Ev yek, vê hefteyê di Meclisa Şaredariyê de dê bikeve rojevê û li ser biaxivin. Belgefilm îna borî li vê sînemayê promiera kir, lê şaredar nameyek ji bo salonê şandiye û gotiye, "Li DYA'yê yek ji cihên herî zede cihû lê dijîn jî Miami Beach e. No Other Land propagandaya yek alî ye û ev yek ne li gor nirxên me û niştecihên me ye, êrîşa li dijî cihûyan e."

CEO'ya sînemayê Vivian Marthell ji bo AP'ê gotiye, "Pêşî bi erênî me li gotinên şaredar mêze kirin lê paşê ji bo parastina azadiya ramanê me belgefilm nîşan da."

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.