Hunermendên Helebceyê diyarkirin ku rêzefilmên Tirkî bandorek gelek xirab li ser çand, huner, malbat û taka Kurdan çêdike. Hunermendan destnîşankirin ku gelek caran sucên di nava rêzefilman de di nava civakê de têne dubarekirin û civak di bin tesîra van rolan de dimîne.
Hinek kanalên televziyonên Kurdî yên li Herêma Kurdistanê, ji roja ewilî ve rêzefilmên ku bûne beşek ji siyaseta dewleta Tirk a dagirker, diweşînin û ji bo wergirtina wan rêzefilman bi milyonan dolar xerc dikin. Di van rêzefilman de ji bilî çandeke xirab û xirab nîşandana çanda Kurdî, di heman demê de Kurdan bi giştî weke neteweyeke xirab nîşan didin. Di wan rêzefilman de bêrêzî li Kurdan bi taybet jî li serkirdeyên Kurdan, şoreşger û têkoşîna Kurdan dikin. Hunermendên Helebceyê derbarê mijarê axivîn.
Yên biyanî diweşînin!
Hunermend Kîjan Osman da zanîn ku rewşa hunerê li Kurdistanê di asteke baş de ye, gelek kes hene di vî warî de kar dikin, lê hikumet destê wan negirtiye da ku hunermend berheman hilberînin. Kîjan dibêje; “Rêzefilmên biyanî bandoreke xirab li ser çand û hunerê Kurdî dike, kanalên televziyonê çavê xwe nadin ser hunermendên Kurd da ku ew jî berhemên baştir çêbikin. Li şûna yên Kurdî, rêzefilmên biyanî diweşînin. Li şûna rêzefilmên biyanî biweşînin, bila rêzefilmên navxweyî yên Kurdî biweşînin.”
Hunermend Kîjan di dewama axaftina xwe de got; “Kanalên televziyonên Kurd pere didin rêzefilmên biyanî, ev jî cihê xemginiyê ye. Ji ber ku ew rêzefilm bandoreke xirab li ser malbat û civaka Kurd dike. Ji bo vê dixwazim destê hunermendan were girtin û berhemên xwe hilberînin.”
Hunerê Kurdî paşve dixin
Hunermend Rizgar Mihemed jî li ser heman mijarê nihêrînên xwe anî ziman; “Bi taybet rêzefilmên Tirkî bandoreke xirab li hunerê Kurdî dike. Em dizanin Kurd ji nihêrînên olî ne dûr in, eger civak neyê hişyarkirin wê ev rêzfilmên Tirkî bandoreke xirab li ser Kurdan çêbikin. Rêzefilm bandoreke ne baş li ser fikir çêdike û sûcên di wan rêzefilman de di rastiyê de jî tên kirin yanî têne dubarekirin.”
Rizgar di dawiya axaftina xwe de jî got; “Çi ji bo hunerê bê kirin, kêm e, ya girîng ewe ku xelk pişta hunermendên rasteqîn bigire û li berhemên wan binihêre. Li hunereke rasteqîn pereyekî zêde were xerckirin jî xem nake, ji lewma huner çavkaniyeke baş e gava ku bi awayekî baş were bikaranîn.”
ROJNEWS/HELEBCE