Tenê jin dikarin şoreşê biparêzin

Nûçeyên Jin

În 22 Tîrmeh 2022 - 21:15

  • Bi pêşengiya Kongreya Star Forûma Jinên Rojhilata Navîn bi tevlîbûna 7 rêxistinên jinan dest pê kir. 

Bi pêşengiya Kongreya Star Forûma Jinên Rojhilata Navîn bi tevlîbûna 7 rêxistinên jinan dest pê kir. 

Kongreya Star bi boneya salvegera 10´an Şoreşa Jinê ya li Rojavayê Kurdistanê û bi armanca danasîna destketiyên jinan ên, bi dirûşmeya “Bi hevgirtina jinan em ê destketiyên şoreşê biparêzin û geş bikin” Forûma Jinên Rojhilata Navîn da destpêkirin.

Forûma jinan li Zanîngeha Rojava bi beşdariya 7 rêxistinên jinan ên Kombûna Zenûbiya, Meclîsa Jinên Suryan, Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê, Jineolojî, Kongreya Star, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dest pê kir. Her wiha tevlîbûna ji tevahî rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn bi rêya bernameya online wê çêbe. Bernameya forûmê ji 4 panelan pêk tê û îro jî dewam dike. 

Panela yekem li ser nirxandina deh saliya Şoreşa Jinê bû. Panela duyemîn li ser têkoşîna jinan a ji bo parastina şoreşê bû.

Forûma Jinên Rojhilata Navîn piştî rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Paşê sînevîzyonek li ser cangoriyên Şoreşa Jinê hate nîşandan. Axaftina destpêkirina forûmê jî Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed kir.

Remziya Mihemed bal bire ser têkoşîna jinan a di nav deh salên şoreşê de: “Tevahî jinên ku îro di vê forûma me de hazir in, dibînin ku em dikarin şoreşa xwe bînin ziman, em vê kelecan û kombûna jinan pîroz dikin. Bi serketinên mezin û xebeteke xurt jinên pêkhateyan karibûn li vir hazir bibin, ji ber ku geşkirina şoreşê ji me tê xwestin. Rast e, çirûska şoreşê ji Kobanê dest pê kir, lê roj bi roj herikî û li tevahî deveran belav bû, ev mînak rengê jinên Sûriyeyê dide nîşan. Tenê bi têkoşîna jinan em dikarin şoreşa xwe biparêzin.”

Piştî axaftina Berdevka Kongreya Star, peyamên jinan yên rêxistnên derve ji bo pîrozbahiya forûmê hatin xwendin.

Di roja duyemîn de yanî îro, destpêkê wê li ser atolyeya xebata jinan a li ser çar beşan der barê pêşengtiya jinê ya di guhertin û veguhertina civakê de, têkoşîna jinê ya di qada siyasî û hiqûqî de, pêwîstiya parastin û pêkanîna mafê jinan û li dijî siyaseta terbiyekirinê ya li ser birçîbûnê û aboriya jinê, wê nîqaş bên meşandin.

Paşê forûma jinan wê bi panela sêyemîn li ser bandora şoreşê ya li ser têkoşîna jinan û panela çaremîn jî wê bi rengê nîqaşeke zindî li ser encamên forûmê ji bo avakirina perspektîfên siberojê bidome. Di dawiyê de Forûma Jinên Rojhilata Navîn wê bi biryaran bi encam bibe.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.