Temaşe weşiya

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 8 Tîrmeh 2020 - 15:26

  • Hejmara yekê ya kovara sînemaya Kurdî Temaşe, doh gihişt ber destê xwîneran. Kovar wê sê mehan carekê bê weşandin. Tevahiya wê jî li ser malpera wê ya înternetê bi rengê PDF’ê dikare bê peydakirin.

Xwedî û berpirsyarên kovarê Mehmûd Beyto û Cîhan Ûlûs in. di kovarê de nivîsên li ser sînemaya dinyayê jî wê hebin. Têkildarî sînemaya Kurdî, rêûresma Kurdî, xak, ziman û çanda Kurdan wê pêşniyaz û rexne jî hebin.
Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil a Emerîkayê, sînemaya Hollywoodê, pêlen nû yên sînemayê, sînemayên neteweyî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî di kovarê de cih digirin. Bi van sernavan Kovara Temaşeyê dikeve bin barekî mezin ê giran.
Ji bo destpêkê û hejmara yekê, mijarên li gorî wê derketine pêş; nivîsên li ser destpêka sînemayê û destpêka Sînemaya Kurdî hene, paşê ji mijarên roja me serpêhatiyeke biçûk û rewşa Netfliksê, wekî gelek cureyan mîzaha di nav sînemayê de hatiye nirxandin.

Ji dinyayê û ji Kurdistanê
Ji aliyê din ve derhênerên mezin Charlie Chaplin, Steven Spielberg, Thedoros Angelopoulos û Milos Forman bi fîlmên xwe hatine nivisandin.
Kovarê bi derhênerê kurd yê navdar Ali Kemal Çinar re roportaj kiriye û derhêner hem behsa filmên xwe hem jî rewşa sînemayê dike.
Rexneya pirtûka Mizgin Arslan a ku bi tirkî hatiye nivisandin ‘Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin’ di kovarê de cih girtiye.
Ji bilî van filmên kult ê bi navê ’12 Zilamên Hêrsok’ û filma ‘Bêkas’ di kovarê de ye.
Rêzefilma Mindhunter ji aliyê sûc û guneh ve hatiye lêkolan. Her wiha anîmeya kult a bi navê Sîmyagerê Pola: Biratî jî hatiye nirxandin.
Kovara Temaşeyê filmên roj û rojeva me jî daye nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar wê peyvên nû lê bêne zêdekirin.
Ji bo film amûra sereke kamera jî bi tevger û hereketên sereke hatiye nasandin.
Kovara Temaşeyê bi sermiyaniya Kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala Kurdan û sînemaya Kurdî dide temaşekirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.