Têkoşîneke jidil li dijî nijadperestiyê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 27 Mijdar 2023 - 00:05

19´ê Sibata 2020´an li bajarê Elmanyayê Hanauyê, nijadperestekî Elman 9 kes qetilkirin, yek ji wan Ferhat Unvar bû. Dayika Ferhat, Serpîl Temîz Unvar di rojbûna wî de yanî 14´ê Mijdara heman salê înîsiyatîfek da destpêkirin ji bo ku di warê perwerdeyê de li dijî nijadperestiyê têbikoşe: Înîsiyatîfa Perwerdeyê ya Ferhat Unvar. Ferhat heger sax bûya wê salê wê bibûya 24 salî û îsal wê bibûya 27 salî.

Serpîl Temiz Unvar êşa xwe kir sedem ku ji bo karekî têbikoşe, da ku qedera zarokên din weke ya Ferhat nebe û da ku zarokên li dibistanan jî paşê nebin qatilên nijadperest. 

Înîsiyatîfa Perwerdê ya Ferhat Unvar li dibistanan û li zanîngehan xebatê dimeşîne di warê perwerdekirina mamosteyan de jî, lê her wiha di warê xurtkirina baweriya bi xwe ya zarokên koçber yan jî dê û bavên wan koçber de jî ew xebatê dimeşîne. Îna bihurî şeva sê saliya damezrandina înîsiyatîfê bû û ez jî tevî du zarokên xwe çûm wê şevê. Ji bilî her du zarokên min, Mîrza yanî birayê herî piçûk ê Ferhat û zarokekî Elman ê ku saet 8´an bi bavê xwe re vegeriya mala xwe, zarokên dibistanê li holê nebûn. Di destpêkê navberê û dawiyê de xelkê li muzîka Kurdî ya Mehmet Akbaş û Ensemble guhdarî kir. 

Axir di bernameyê de şaredarê Hanauyê careke din pesnê înîsiyatîfê da û îşaret pêkir ku hem ew û hem jî endamên meclîsa şaredariyê wê desteka xwe ya ji înîsiyatîfê re dewam bikin. Bi berferehî behsa xebatên înîsiyatîfê hate kirin û di nava wan xebatan de karê danîna tevneke navneteweyî bi mexdûrên êrişên nijadprest re jî heye.

Bi Yewnanistan, Îtalya, Spanya û Tirkiyeyê re bi malbatên mexdûrên êrişên nijadperestiyê re peywendî hatine danîn û ev ê bê berferehkirin. Li Tirkiyeyê bi Navenda Bîrê ya Hrant Dink re peywendî hatiye danîn. Nijadperestiya halê hazir herî zêde li Tirkiyeyê tê kirin li dijî Kurd û Ereban e. Belkî înîsiyatîf xebatên xwe ber bi vî alî ve jî berfereh bike, ez pê nizanim. Lê ez bi tiştekî dizanim: Li Elmanyayê nijadperestiyeke taybet li dijî Kurdan heye; yek jê nijadperestiyeke sazûmankirî ya dewleta Elman, sazî û karmendên wê ye û ya din jî nijadperestiya gelek Tirkên li Elmanyayê ya li dijî Kurdan e: Înîsiyatîf lazim e bi vê meseleyê dakeve. Ev ne meseleyeke ji rêzê ye.

Saziyên weke Înîsiyatîfa Perwerdeyê ya Ferhat Unvar, tevî ku ji êşa dayikekê û hewldana wê ya ji bo başkirina rewşê ji bo zarokên din peyda bûbe jî divê mirov bi hin sedemên nijadperestiyê dakeve. Hin sedem sazûmankirî û di nava siyaseta dewletê de bi cih bûne. Êrişa nijadperest a li Parîsê ya li dijî siyasetvanên Kurd, êrişeke ku MÎT´a Tirk bi nijadperestekî Fransî dayî kirin bû. Hunermendekî penaber, penaberekî karker û şoreşgereke salan di wê êrişê de canê xwe ji dest dan. Nijadperestî dixwest gelek mirovên din jî qetil bike, pê re bi dehan şarjor hebûn. 

Yek ji êrişên nijadperestiyê yên herî kujer ên li Ewrûpayê yên vê dawiyê, ev êriş bû. Û armanca wê yek ser Kurd bûn. Ji ber wê ez li bendê me ku Înîsiyatîfa Perwerdeyê ya Ferhat Unvar siberojê peywendiyê bi heval û malbatên qurbaniyên vê êrişê re dayne. 

Ev esas wezîfeyek e jî. Lewma dewleta Elman bi xwe Kurdan bi awayekî birêxistinkirî, krîmînalîze dike û ji bo ev xweşik biçe serî jî nijadperestiyeke sazûmankirî ya li dijî Kurdan teşwîq dike. Gava Înîsiyatîfên bi vî rengî xwe jê vedin û behsa vê meseleyê nekin, ew bivênevê vê nijadperestiya li dijî Kurdan û krîmînalîzekirina Kurdan rewa dikin. 

Gava wisa be, dewleta Elman dikare ji xwendina çîrokên Kurdî ji zarokan re jî bibêje, elaqeya wê bi PKK´ê re heye û dêûbavên Kurd çavtirsandî bike. Gava rêxistinên civakî çavtirsandî bûn, dewleta Elman nijadperestiya xwe ya beramberî Kurdan jî rewa dihesibîne. Heman dewletê ji bo nijadperestiya xwe qedexekirina PKK´ê kiriye hinceteke daimî, ji ber wê, li her deverê gotina, “ev qedexe parçeyek ji nijadperestiya li dijî Kurdan e” gelekî muhim e û di cih de ye. Ji bo vê daneyên zanistî jî êdî hene û hem Înîsiyatîfa Perwerdê ya Ferhat Unvar û hem jî sermeselê Yek-Malên li Elmanyayê dikarin xwe bisipêrin wan daneyan. Ew ê vê bikin yan na, meseleyeke din e. Têkoşîneke esasî li dijî nijadperestiya li Ewrûpayê, bêyî vê wê ne jidil be. Serpîl Temiz Unvarê di dawiya axaftina xwe ya malavahiyê de got, “Jin jiyan azadî”. Ez hez dikim ku wê hem bal biribe ser vê yekê, û hem jî gaveke ber bi dijperiyeke nijadperestiya bi her rengî ve ya jidil avêtibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.