Têkoşîna xwe dewam dikim
În 10 Hezîran 2022 - 21:45
- Dewleta Elman nasname û pasaporta Uli ji ber ku piştgiriya Kurdan dike, desteser kir. Uli li paytexta Elmanyayê Berlînê xwendekar e.
HAKAN TURKMEN / BERLÎN
Dewleta Elman nasname û pasaporta Uli ji ber ku piştgiriya Kurdan dike, desteser kir. Uli li paytexta Elmanyayê Berlînê xwendekar e. Uli dibêje, “Hema çi dikin bila bikin, wê nikaribin min ji têkoşîna min bênin xwarê.”
Aktîvîstê Elman Uli xwendekar e li Berlînê û 24 salî ye. Polêsê Berlînê 24’ê Çileyê bihurî pasaport û nasnameya wî desteser kiribû. Uli dibêje, di dema berxwedana Kobanê de wî Kurd nas kirine û ev bêhtirî salekê ye ku ew di nava Tevgera Piştgiriya bi Kurdistanê re çalak xebatê dike. Ew li dijî krîmînalîzekirina Kurdên li Elmanyayê û siyaseta derve ya dewleta Tirk a beramberî Rojhilata Navîn, xebatê dike. Di nava Heyeta Aştiyê ya ku par çûbû Başûrê Kurdistanê de ew jî hebû. Ew niha di nava kampanyayê “Qedexekirina PK’ê bi dawî bikin”, “Şer bi dawî bikin, çareseriya siyasî teşwîq bikin“ de cihê xwe digire.
Li nava Elmanyayê asê kirin
Polêsê Elman 24’ê Çile jê re nameyek şand û jê xwest di nava 3 rojan de pasaport û nasnameya xwe teslîm bike. Li ser meselê Uli dibêje, “Beşdarbûna xwepêşandanên destûrdayî, çûna welatên Ewrûpa û Başûrê Kurdistanê bi heyeta Defend Kurdistanê re weke hincet nîşan dane. Di belgeyê de wekî din dinivîsî ku qedexe ye ez ji Elmanyayê derkevim. Rewşeke pirr kelevajî ye, ji ber ku weke sedem gotine, ez derkevim derveyî Elmanyayê, ji bo ku êrişan bikim, ez ê weke sekvanekî perwerdebûyî vegerim.”
Krîmînalîzekirina Kurdan çêtir fêm kir
Uli dibêje, “Ji ber xebatên xwe, min dizanî ka Kurd çawa tên krîmînalîzekirin. Bi vê tişta hatî serê min, ez çêtir fêm dikim ka çi tînin serê wan. Azadiya ger û geştê heye. Lê belê ji bo min zelal bû ku ev azadî girêdayî helwêsta şexs a siyasî ye. Ez li ber desteserkirina pasaport û nasnameya xwe rabûm, min pêvajoya hiqûqî da destpêkirin.” Di dewamê de got, ew ê çi bibe bila bibe, têkoşîna xwe dewam bike.
Wî got, zextên li Kurdan dikin zêde bûne û ew ê li ber vê rabe: “Li Berlînê jî wiha ye, van salên dawiyê bi awayekî derveyî hiqûqê bi ser malên Kurdan de digirin, sehî dikin. Em ê destûra van kirinên krîmînalîzekirinê nedin. Li dijî van divê em xwe biparêzin û bikin ku dozên nimûne çêbin.”
Uli dibêje, krîmînalîzekirina Kurdan elaqedarî peywendiyên bi dewleta Tirk re ye û winda dewam dike: “Meyila qedexekirina alayan, dersînorkirina mirovan, û hetta çend salan xistina wan a hepsan, vê rewşê piştrast dike. Mesela heta 2018 û 2019’an di xwepêşandanan de alayên YPG û YPJ’ê pê re jî flamayên bi daxwaza azadkirina Ocalan dihatin hildan, destûr didan vê. Lê niha ev veguherandine xeteke sor.
Bila em wêrek bin. Divê em li ser bifikirin, ka çawa em dikarin destekê bidin hev, daxwazên xwe çêtir çawa bidin pêş. Ez ê her ji bo xwe jî û mirovên din ên di rewşa xwe de bibim xwedî helwêst û wan biparêzim. Ez ê destûrê nedim ku ev doz çavên min bitirsîne.”