Ocalan rojeva esasî ye

Sêşem 3 Îlon 2024 - 02:35

Li paytexta Elmanya Berlînê bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedarên ji Tirkiyeyê sirgûnî Ewropayê bûne "Konferansa Aştî, Diyalog û Demokrasiyê" hat lidarxistin. Konferansa ku 2 rojan dewam kir bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû. Encamname ji hêla Akademisyen Latîfe Dogan û rojnamevan Ertugrul Mavîoglû ve hat xwendin.

Rojnameger Mavîoglû diyar kir ku ji bo pêşxistina têkoşîna aştiyê ev biryar hatin girtin: 

* Mîmarê Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ niha di tecrîda mutleq de ye. Ev tecrîd bandorê li jinan jî dike. Heta ku ev tecrîd ji holê ranebe ti şansê me yê aştiyê tineye. Têkoşîna hemû jinên ku rastî tundiya dewlet û mêr hatine, di serî de Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, Dayikên Plaza del Mayo û Emîne Şenyaşar bigihînin platformên navneteweyî.

* Geşedanên dîrokî û siyasî rewşa Birêz Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokrasî û azadiyê were çareserkirin. Ev her du hebûn; Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewrûpayê divê hemû xebatên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, vekirina rêya aştî û muzakereyê û derbaskirina rejîma otorîter û faşîst, bi perspektîfeke ku azadiya Abdullah Ocalan jî digire nav xwe bê meşandin.

* Ji bo aştiyeke adil û mayînde pêk were, divê arşîveke hafizeya lêkolînên aştiyê bê çêkirin û pêşî zimanekî aştiyane yê berfireh ku wê aştiya civakî pêk bîne, bê avakirin. Ji bo ku daxwaza aştiyê û zimanê wê ji beşên cuda yên civakê re were ragihandin, divê kampanya bên organîzekirin. Di vê çarçoveyê de divê di warê dîplomasî, hiqûq, çapemenî û raya giştî de xebatên domdar bên meşandin.

* Forum ji bo zêdekirina hêvî û kelecana aştiyê û bilindkirina dengê aştiyê, lidarxistina konser, mîhrîcan, kampanya, civîn, çêkirina platformên dîjîtal û ji bo aştiyê hunerê biafrîne daniye pêşiya xwe.”

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.