Têkoşîn ji bo girtiyên siyasî

Duşem 31 Tîrmeh 2023 - 14:18

Konferans li Zanîngeha Dîstrîta ya Bogotayê bi sernavê "Heta avakirina civaka demokratîk, rabûna li ber kapîtalîzmê" di 28'ê Tîrmehê de destpê kir û sê rojan dewam kir. Di çarçoveya paradîgmaya "Neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

Nûnerên gel û organîzasyonên cuda sê rojan tecrûbeyên xwe parve kirin û pêwîstiya têkoşîna hevpar a ji bo cîhaneke nû destnîşan kirin. Ji 15 welatan 50 organîzasyon tevlî konferansê bûn û di dawiyê de jî bangeke hevpar hate kirin.

Rizgarbûna ji mejiyê mêhtinger

Di banga hevpar de hate bibîrxistin ku nêzî 300 kesên ji rêxistinên gelan û tevgerên cuda yên civakî yên ji çar aliyên cîhanê di konferansa navneteweyî de ya bi sernavê 'Rabûna li ber kapîtalîzmê û ber bi avakirina civakeke demokratîk' li hev kom bûn.

Di metna hevpar de hate ragihandin ku bi saya yekîtî û piştevaniya gelan wê kapîtalîzm, nijadperestî, baviksalarî û mêtingeriyê teqez têk bibin û hate gotin, "Di nava vî fikrê hevpar de ji bo dewamkirina pêşniyarên xwe yên xweseriyê û xwerêveberiyên herêmî, ji bo rizgariya ji mejiyê mêtinger û serdest, ji bo nûkirina fikir û rêxistiniya şoreşger em deng û destê xwe dikin yek." 

Dil û têkoşîna xwe bikin yek

Her wiha di daxuyaniyê de banga kombûna li hev, parvekirina tecrûbeyan hate kirin û hate gotin, "Em bang dikin ku bi rengekî kolektîf li xwe binihêrin, çîrok, dil û têkoşîna xwe bikin yek." Her wiha ji bo avakirina civaka demokratîk û azad bang hate kirin û herî dawî hate gotin, "Di serî de ji bo azadiya Abdullah Ocalan, ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên li Kurdistanê, Ablayala û tevahiya cîhanê banga têkoşînê dikin."

ANF/BOGOTA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.