Têkoşîn deyn e di stûyê min de

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 27 Gulan 2023 - 01:36

Ali Engizek ê 72 salî li bajarê Elmanyayê Stuttgartê li gorî xala 129b ya qanûna ceza ya Elman tê dadgehkirin. Dozger xwest 3 sal û 3 meh ceza li welatparêzê Kurd Ali Engizek bê birrîn. Di dema rûniştina dozê ya sêşema bihurî de Ali Engizek got, doz ne li dijî wî, lê li dijî temamê gelê Kurd e û wiha peyivî: “Têkoşîna ji bo gelê Kurd deyne di stûyê min de.”

Ali Engizek berê li Tirkiyeyê 8 salan di hepsê de mabû, li Ingilistanê jî 3 mehan di hepsê de mabû. Tevî ku pirsgirêkên wî yên giran ên tenduristiyê hene jî ji Adara 2022´ê ve li Elmanyayê jî di hepsê de ye û girtî ji bi îdîaya endametiya rêxistinê tê dadgehkirin. Di rûniştina dozê ya 23´yê Gulanêyê de Ali Engizek parastina xwe kir. Rûbiştina biryarê ya dozê jî sêşema bê (30´ê Gulanê) ye. 

Di doza li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stuttgartê de Ali Engizek bal bire ser qirkirin û komkujiyên dewleta Tirk û gotinên dozgerê eylatê yên ku Tirkiye weke welatekî ne zalim nîşan da, pûç kirin. 

Li ser îdîaya dozger a ku digot, Tirkiye ne dadgirker e, Ali Engizek got, “Dewleta Tirk dijminê Kurdan û Elewiyan e, nijadperest û dij-demokratîk e. Destekkirina dewleteke wiha ne li dadweriya Elman ne jî li rayedarên wê tê.

Li kolanên Elmanyayê Kurd û Tirk şerê hev nakin. Di van dozan de li ser esasê têkiliyên Tirkiye û Elmanyayê dadgehkirin tê kirin. Êdî dev ji destekkirina Erdoganê faşîst li dijî Tevgera Azadiya Kurd berdin.” 

 

Ev 15 meh in di hepsê de ye

Ali Engizek di dewamê de got, “Elmanyayê xwe daye ber rola Tirkiyeyê. Ez biçim ku devera Ewrûpayê jî, li ser daxwaza Elmanyayê, ew ê min radestî Elmanyayê bikin. Bi hinceteke bê mane ez girtî têm dadgehkirin.” 

Ali Engizek ev 15 meh in li hepsa Stammheimê girtiye û di dawiya parastina xwe de wî got, “Min tevahiya jiyana xwe ji bo gelê Kurd têkoşîn kir. Û ti tişta sûc jî min nekir. Têkoşîna ji bo gelê Kurd deyn e di stûyê min de.”

Ali Engizek xwest bê berdan û tiştên wî yên hatine desteserkirin jî li wî bên vegerandin. Rûniştina biryarê ya dozê 30´ê Gulanê ye. 

 

STUTTGART

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.