Tehlûkeya êrişên Tirkan fêm bikin!

În 22 Nîsan 2022 - 22:39

  • “Weke tevgera azadiyê ji bo çareseriya pirsgirêkê, em ê piştgiriyê bidin her cure pêvajoya demokratîk.” 

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê jî bang li hikûmeta Bexdayê kir da ku têkiliyê bi civaka Êzîdî re deyne, çek û şiddetê ji holê rake: “Weke tevgera azadiyê ji bo çareseriya pirsgirêkê, em ê piştgiriyê bidin her cure pêvajoya demokratîk.” 

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê derbarê êrişên dagirker ên dewleta Tirk û aloziya li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Ev çend roj in di çapemeniyê de tê dîtin ku di navbera artêşa Iraqê û gelê Êzîdî de alozî heye. Dema ku êrişên DAIŞ’ê dest pê kir, me mudaxeleyî fermanê kir. Me civaka Êzîdî li hemberî van êrişan parast. Piştre hêzên parastina Êzîdiyan YBŞ, YJŞ û Asayîş, bi piştgirî û alîkariya dewleta Iraqê li herêma Şengalê heta asteke girîng êrişên DAIŞ’ê şikandin. Civaka me ya Êzîdî di vê pêvajoyê de li Şengalê xwerêveberiya xwe ava kir. Hêza parastina Êzîdiyan a li Şengalê ji bo Iraqê ne problem e, çareserî ye.

Tê fêmkirin ku di vê dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Başurê Kurdistan û Iraqê de pîlanek heye ku dewleta Iraqê û Êzîdiyan bîne hemberî hev. Gelê Êzîdî rastî qirkirinê hatiye. Divê Iraq bi hestiyartir û bi berpirsyarî nêzî Êzîdiyan û vîna wan a siyasî bibe. Heta niha çeteyên DAIŞ´ê, PDK´ê û Tirkiyeyê çek li hember Êzîdiyan bi kar anîne. Divê dewleta Iraqê di pêvajoya diyalogê ya bi gelê Êzîdî re çek û tundiyê dûr bixe û diyalogê esasê bigire.

Peymanên li dijî vîna Êzîdiyan, lêkirina dîwarê Tirkan, bêhurmetiya li nirxên gel pirsgirêkan çareser nake. Bi wesayitên leşkerî çûna ser gelê Êzîdî û zarokên wî, wê pevçûnê bi xwe re bîne. Divê ne gelê Êzîdî û ne jî dewleta Iraqê bigihîje merheleyeke wiha. Her wiha divê rêveberiya xweseriya Şengalê jî projeyên xwe yên çareseriyê bi hikûmet û rêveberiya Iraqê re parve bike û bi diyalogê çareser bike. Em dixwazin diyar bikin ku weke Tevgera Azadiyê ji bo çareseriya pirsgirêkê em ê piştgiriyê bidin her cure pêvajoyên avaker ên demokratîk.

Em weke tevger li dijî dewleta Tirk a dagirker şerekî mezin dikin. Ev şer ne tenê şerê azadiyê yê Kurdan e, di heman demê de berxwedana gelên herêmê ya ji bo azadî û aştiyê ye. Projeya Neo-Osmaniyan a dewleta Tirk wê li dîwarên gerîlayên Kurdistanê bikeve û parçe parçe bibe. Tevgera me wê van hesaban parçe bike, ji bo azadiya gelên li herêmê, ji bo îstîqrar û aramiyê wê li ber xwe bide. Em bang li civaka Iraqê û dewleta Iraqê dikin, bila xetereya pîlanên dagirkeran fêm bikin û li hemberî van pîlanan dengê xwe bilind bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.