Tecrîd kontrola civakê ye

Pêncşem 29 Sibat 2024 - 00:29

  • Parlamentera Partiya Fransaya Serî Natewîn e (La France insoumise) Ségolène Amiot  têkildarî tecrîda li Îmraliyê, armanca tecrîdê axivî û got dewleta Tirk bi tecrîda li ser bedena Ocalan dixwaze civakê kontrol bike û mînaka tecrîda li ser Ocalan li cîhanê nîne. Lîdera femînîst a Hindî Abha Bhaiya jî got Ocalan femînîstekî bêhempa ye û divê azad bibe.

Li gorî nûçeya nûçegihanê MA’yê Ibrahîm Irmak, Amiot  ji bo çavdêrîkirina rewşa girtiyên siyasî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye Stenbolê û wiha got: “Ez heta niha tu caran rastî tecrîdeke mîna ya li Îmraliyê nehatime. Ne tenê weke parlamenterek, qada min a pisporiyê girtîgeh in û li Fransayê gelek caran çûme serdana girtîgehan. Lê rastî tiştekî wiha nehatim. Heta sînorekî tecrîdê jî heye. Yanî herî zêde dikarî kesekî mehekê tecrîd bikî. Lê tişta niha em behs dikin, tiştekî cuda ye.” Bi domdarî Amiot tecrîda li ser Rêber Ocalan dinirxîne û dibêje: “Tecrîd bi xwe tê wateya bi temamî kontrolkirina bedena kesekî. Bi vê yekê re dixwazin malbat, xizm û civakê jî bi rêya tirsê bixin bin kontrola xwe. Ji tecrîda li Îmraliyê ez vê fêm dikim; ‘heke tu li gorî fermanên min tevnegerî, ez ê te tune bikim.’ Anku li gel bedenekê, kontrolkirina malbat, xizm û civakê ya bi rêya tirsê ye.” 

Sedema bêdengiya Fransayê

Amiot, bal dibe ser bêdengiya Ewropa û Fransayê ya li dijî vê rewşê û dibêje, “Bi taybet jî sedemên cuda yên bêdengiya Fransayê hene. Mijara penaberan ji bo Fransayê yek ji mijarên girîng e. Ji ber peymana penaberan, ji Tirkiyeyê dixwaze ku rê li ber penaberan bigire. Ji bo vê pere dan û eleqeyeke taybet dixwaze.” 

Amiot, tîne zimên ku ligel sepanên tecrîdê jî Ocalan li Îmraliyê û Kurd jî li qadan li ber xwe didin û wiha pê de diçe: “Ev rewşa berxwedanê gelek bandorê li min dike. Tevî ewqas êrişan jî hêj bi dilwêrekî li ser pêyan disekinin. Dîtina vê têkoşînê û daxwazên wê pir bandorê dike. Kurd îradeya aştiyê nîşan didin û daxwaza wekheviyê dikin. Edaletê dixwazin. Ev bi rastî jî seknekî watedar e.” 

Rabûna tecrîdê têrê nake

Herî dawî  Amiot wiha diaxive: “Rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan têr nake. Bi awayekî sembolîk rakirina tecrîdê girîng e lê têr nake. Ji ber ku heke pêvajoyeke çareseriyê çêbibe, hûn nikarin mirovan di hundir de bigirin. Berdana girtiyên siyasî dê bandoreke mezin li pêvajoya aştiyê bike. Wê mîna diyariyeke aştiyê be. Em ê çavdêriyên xwe yên li vir bi saziyên têkildarî û parlamentoyê re parve bikin. Dixwazim di 31’ê adarê de dîsa bêm Stenbolê û çavdêriyê bikim.” 

Ocalan femînîstekî bêhempa ye

Aktîvîsta femînîst a naskirî ya Hindistanî Abha Bhaiya, avakarek ji Jagorî Grameen û rêveberên înîsiyatîfa femînîst a global a 'One Bîllîon Rîsîng' e têkildarî girîngiya azadiya Rêber Ocalan ji nûçegihanê ANF’ê Serkan Demirel re axivî. Lîdera feminîst Abha Bhaîya destnîşan dike fikrên Ocalan ên di biwara demokrasî, wekheviya cîhanê de bi armanca afirandina cîhaneke nû ye û got,’’Abdullah Ocalan femînîstekî bêhempa ye  Bi dîtina min gelekî girîng e ku Abdullah Ocalan qala wê yekê dike ku jin weke femînîst û aktîvîst bi roleke navendî radibin."

Abha Bhaiya bi berdewamî dibêje Rêber Ocalan şêweyekî rêveberiyê ya cuda pêşkêş dike: "Gelekî girîng e ku Abdullah Ocalan ji modelên heyî yên rêveberiyê gelekî cudatir modeleke rêveberiyê pêşkêş dike’’

Femînîst dikarin ji Ocalan sûd werbigirin

Abha Bhaiya destnîşan kir ku gelek tişt hene ku tevgerên femînîst ên global dikarin ji tevgera jinên Kurd a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn bibin û got, "Ji ber vê yekê bi biryar im ku bi tevgerên femînîst re li ser vê mijarê diyalogê bikim, ji ber ku pêwendiya me bi 150-160 welatî re heye. Tevî vê yekê çi sendîka be çi jî komên mafên mirovan, hawirdorparêz be, divê em mirovên têkoşer li ser wê yekê bifikirin bê dikarin bi hev re çi bikin. Em hemû ji bo azadiya Ocalan dikarin li ser heman platformê bicivin, bi heman dengî li hev kom bibin. Bi vî rengî em dikarin bikin ku tevgera femînîst a li Kurdistanê rê nîşanî me bide." Lîdera femînîst Abha Bhaiya işaret bi girîngiya analîzên dîrokî yên Rêber Abdullah Ocalan dike û dibêje, "Bi dîtina min Ocalan mirovekî bêhempa ye ku ji bo bicihanîna modela em jê re rêveberiya federal dibêjin gelekî hêviyê dide. Gotina herî girîng a Ocalan ku bi rastî jî bandoreke mezin li min kir, ew e ku dibêje; tevgerên femînîst parçeyek ji têkoşîna ji bo tevgerên hîn mezin e. Yanî Ocalan dibîne ku sîstem û şaristaniya heyî li ser kolekirina jinê ava bûye. Heta ku ev koletî ji bo her mirovî ji holê neyê rakirin wê ev şaristanî (şaristaniya kapîtalîst) dewam bike." Abha Bhaiya herî dawî dibêje, "Ocalan dikare lîdertiyê ji sîstemeke cuda ya cîhanê re bike, jê re lîdertiyê dike. Min beriya niha ji kesekî din ev felsefe nebihîst. Ocalan divê azad be. Divê dengê wî ji nû ve bilind bibe û dibêje 'Em aydî vê cîhanê ne û ev cîhan jî ya me ye'."

ANF/MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.