Li Belçîkayê provokasyona Tirkan

Sêşem 26 Adar 2024 - 01:45

  • Li bajarê Lîege ê Belçîkayê, malbatên ku ji pîrozbahiyên Newrozê vedigeriyan, bi provokasyon û êrişa nijadperestên Tirk re rû bi rû bûn. 

Nijadperestên Tirk di dema vegera Kurdan ên ji pîrozbahiyên Newrozê de, provokasyon pêkanîn û êrişê Kurdan kirin. Kurdên ku bi wesayîtên xwe vedigeriyan malên xwe, li navçeyên Heusden-Zolder û Houthalen-Helchteren, rû bi rûyê êrişa komên nijadperest ên Tirk bûn. Nijadperestên Tirk êrişê wesayîtên Kurdan kirin û xwestin mala ku kesên xwe ji êrişan biparêzin spartibûnê, bişewitînin. Polêsan dest li koma nijadperst werda ku dixwestin kesên di malê de tevî zarokan bişewitînin û pêşî li komkujiyeke din a weke Madimakê girtin. Di bûyerên piştî êrişa nijadperest de pêk hatin de, 1 jê giran, 6 kes birîndar bûn. Polêsên Belçîkayê ragihand ku derbarê bûyeran de, kesek hatiye girtin û çend kes jî di bin çavan de ne.

Wesayît tarûmar kirin

Medya Belçîkayê ragihand ku komeke ji malbatên Rojava yên ji ber êrişên DAIŞ’ê û dewleta Tirk neçar mane ji Rojava koçberî Ewrûpayê bibin, roja Yekşemê dema ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriyan li bajarê Leuvenê (Liege) rû bi rûyê êrişê bûn. Weşangerê gelemperî yê Belçîka û nûçegihanê VRT Nws’ê Kerlijne Everaetî ji bo Kurdên ku weke konvoy vedigeriyan malên xwe got:’’Li vir hinekî bi helwesteke tehrîk dikir digeriyan, li taxên Tirkan alên xwe rakirin.’’ Di navbera komeke ku piştî pîrozbahiyê weke konvoy vedigeriyan malên xwe û nijadperastên faşîşt de alozî derket. Li gel aloziyê koma tirk ku heqaret li Kurdan kir, kevir avêtin wesayîtên Kurdan. Ji ser medya dijîtal xwe rêxistin kirin û êrişeke bi pîlan dane destpê kirin. 

Li ser medya dijîtal rêxistin bûn

Bi banga komên faşîst ên nijadperest ku ji ser medya dijîtal êriş organîze kirin, nijadperestên tirk ên hatin bajêr, hişt ku provokasyon mezin bibe. Dewleta Belçîka neçar ma ku hêzeke polêsan a qelebalix bi piştgiriya hewayî arasteyî herêmê bike. Êrişên li hemberî Kurdan ên li taxan bi tehrîka nijadperestan destpêkir, veguherî pogroma li dijî malên Kurdan. Hesabên Kurdan ên wêneyên kesên tevlî êrişan bûn û êriş organîze kirin, parve kirin, daxwaz kirin ku rayedarên Belçîkî wan tespît bikin û werin darizandin. 

Madimaka duyemîn

Komeke nijadperest ên tirk ku ji sed kesî zêdetir, maleke ku zarok û jin jî tê de bûn hedef girtin û xwestin malê tevî mirovên tê de bişewitînin. Yên ku li pêş mala ku tê de 40 kesî zêdetir tê de bûn, kom bibûn, îşaretên nijadperestiyê kirin, bi dengê tekbîran êrişê malê kirin. Polêsên ku gîhîştin mala ku dihat xwestin were şewitandin, bang li koma faşîst kirin ku belav bibin. Koma nijadperest bi êrişê bersiv da banga polêsên Belçîkayê, bi dirûşmeyên nijadperest xwestin êrişê malê bikin û piştre polêsan bi bombeyên gazê dest li rewşê werda. Komeke Ciwanên Kurd ên bi banga malbatên ku li mala tê de asê mabûn, nehiştin ku bûyer bi trajediyekê bi encam bibe. Kurdan bang kirin ku alîkariya polêsan bikin û edalet pêk were.

Nijadperestan û Kurdan şer kirin

Derbarê êrişên ku heta saet 23.00’ê şevê dewam kir, Serokê Şaredariya Houthalen-Helchteren (Vooruit) ji VRT’yê re axivî  û got:’’Bûyer bi lezgînî bi rêya medya dijîtal belav bû’’. Ragihand ku aloziya di navbera nijadperestên Tirk û ciwanên Kurd de li çend taxan belav bû. Êrişkaran camê wesayîtên Kurdan ên bi aramî vedigeriyan malên xwe, şikandin, sembolên Kurdan şewitanin û mirovên li taxan derb kirin. Polêsên ku li taxên bajêr dewriye digeriyan, neçar man ku helîkopteran û ava bi şid bikar bînin. 

Kesek hat girtin

Piştî ku koma nijadperest a tirk provokasyon pêkanîn û piştre vegeriyan malên xwe, bûyer rawestiyan. Vicky Flossy ku polêsê herêmê yê CARMA ye, ragihand ku kesek hatiye girtin û li kesên êrişkar digerin û got:’’Polês hîn jî ji bo kesên gumanbar tespît bike, dîmenên kamerayan lêkolîn dike. Yek jê giran, herî kêm 6 kes birîndar bûn. Lê dibe ku ev hêjmar zêde bibe. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.