Derûniya xelkê xera bûye

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:59

Hikûmeta demborî ya Mesrur Barzanî şeş mehin tenê muçeyek yê karmendên Herêma Kurdistanê belav kiriye. Niha jî dest bi ser pereyê ku hikûmeta Iraqê ji bo muçeyê meha Sibatê ya karmendên Herêma Kurdistanê şandibû de girtiye.

Di derbarê mijarê de xelkê Silêmaniyê bi rêya Rojnews’ê nêrînên xwe anîn ziman. Mihemed Keyfer diyarkir ku nedana muçe bandorê li ser bazar û xelkê kiriye û got:“Rewşa ku niha xelk tê de ye xirab e. Rewş wisa lê hatiye ku êdî mirov ji nirxên xwe yên mirovbûnê dûr bikevin. Li gor min hemû alî ji vê rewşa heyî berpirsin. Divê xwe di ber çavan re derbaskin. Ji ber ku sebra mirovan sinordar e.” Celal Ebdullah jî got:“Muçe mafekî yasayî û rewa yê welatiyan e. Desthilat bi dabeşnekirina muçe dixwaze karmendan ceza bike. Karê ku desthilat dike dizî, gendelî û hest bi berpirsyartiya li beramberî gel nekirin e. Ez nexweş im, diviyabû ez dermanên xwe bikirim. Lê ji ber nebûna pere min nekarî dermanên xwe bikirim. Bandorê li ser derûniya min kiriye. Ev jiyan li cem min tahle û ti xweşiyek têde nehiştine.” Celal Ebdullah da zanîn ku êdî gel rastiyê famkiriye û wê di hilbijartinan de desthilatê ceza bike û got:“Lê ji ber ku desthilat dizane wê gel wî ceza bike, hilbijartinê nakin, paş dixin û behaneyên cûda ji bo pêkneanîna hilbijartinê nîşan didin.” Mamostayê bi navê Îbrahîm Mihemed jî wiha nêrîna xwe anî ziman:“Nebûna muçe gelek pirsgirêk û zehmetî ji welatiyan re derxistiye. Gelek kes hene ji ber deyndarin nikarin ji mala xwe derkevin. Hinek kes hene heqê çûnûhatina bi otobusê pê nîne.” Azad Elî jî destnîşankir, nedana muçe bandorek gelek xirab li ser bazar û jiyana welatiyan kiriye û got:“Rojane welatî ji ber bêkarî û bê peretiyê dinalin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.