Tecrîd ewlehiya hiqûqî ya şexsî betal dike

Şemî 31 Tebax 2024 - 02:20

Mehmet Altûntaş ê OHD’yî bi bîr xist tecrîda li ser Rêber Ocalan di hiqûqa navnetewî de weke ‘êşkence’yê tê pênasekirin, diyar kir tecrîda ku li ser Ocalan hatiye danîn bi Îmraliyê re sînordar nemîne, gefê li ewlehiya hiqûqî ya takekesî dixwe û got divê civak dijî tecrîdê derkeve pêşberî dewletê û ji dewletê vexwîne bicihanîna qanûnên xwe. 

Dewleta Tirk a dagirker ev 42 meh in nahêle ku parêzer û malbata Rêber Ocalan bibînin. Rêber Ocalan herî dawî di 21'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê ku ew jî di nîvî de qut bû bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Her wiha ji Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên ku bi Abdullah Ocalan re di heman girtîgehê de ne jî agahî nayê girtin.

Tecrîd têkilî geşedanên siyasî ye

Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrsînê Mehmet Altûntaş anî ziman tecrîda li Îmraliyê di pîvanên hiqûqa navneteweyî de wekî 'îşkence' tê pênasekirin û got ku esasnegirtina hiqûqê li hemberî girseyên siyasî û civakî jî wekî "ço" tê bikaranîn. Altûntaş destnîşan kir tecrîda ku piştî sala 2015'an zêde bûye bi geşedanên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye û got: "Dema pêwîstiya hikûmetê bi vê yekê hebe, ev pêkanîneke xerab e ku bi tu qanûn û xalên qanûnê ve girêdayî nîne. Heta biryarên peymanên navneteweyî û DMME'yê yên têkildarî binpêkirinan jî tune tên hesibandin. Yanî pêkanîneke ew qasî xirab û kêfî tê sepandin."  

Tecrîd ewlehiya hiqûqî jî radike

Altuntaş anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tenê bi helwesteke siyasî re sînordar nîne û got ku bi vê pêkanînê re ewlehiya hiqûqî ya kesên asayî jî dikeve xetereyê. Altuntaş got: "Dewlet û biryardar vî tiştî hîn bûne: Dema ku ez li gor qanûnê û hiqûqê tevnagerim tiştek jî nabe û ez dikarim vê bidomînim.' Dema rewş wiha be ji qanûna îhaleyê bigirin heya şewitandina daristanan dewlet esasngirtina pîvanan hîn dike û heta ji dest tê vê ji bo xwe bi kar tîne."

Wê ti kes xwe ewle hîs neke

Altuntaş anî ziman xeteriya herî mezin a ji bo civakê ji vir dest pê dike û got ku ger qanûn û rêzikname neyên sepandin wê tu kes xwe ewle hîs neke. Altuntaş destnîşan kir ger dewlet li gorî qanûnên xwe tevnegere kedkar, jin, siyasetmedar û heta sermaye jî wê di bin metirsiyê de be û got divê hemû beşên civakê bi taybetî siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên jinan li dijî esanegirtina qanûnan îtiraz bikin. 

Divê civak derkeve pêşberî dewletê

 Altuntaş wiha domand: “Ev rewş di mijara tecrîdê de rastiyek pir zelal û eşkere ye. Ji bo vê heqîqeta eşkere divê civak bibêje 'Na, ger tu wekî dewlet qanûnekê yan jî rêgezekê deynî divê tu heta dawiyê li gor wê tevbigerî.' Ev ne tenê rewşeke di şexsê birêz Ocalan de ye. Heger tenê ji bo wî be jî, em nirxên exlaqî û wijdanî bidin aliyekî, îtiraza ji bo vê meseleyê berpirsiyariyeke gelekî mezin e." 

MA/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.