Neteweya demokratîk çareserî ye
Duşem 6 Çile 2025 - 03:05
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, bi hilweşîna rejîma Baasê re derbasî qonaxeke nû bû. Ji destpêka şerê navxweyî heta niha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke Rêya Sêyemîn, Rêveberiya Xweser a Demokratîk ava kirin. Di vê pergalê de hemû gel û bawerî daxilî pergalê hatine kirin û di her qadê de wekhevî esas tê girtin. Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya, ne diyar e bê rejîm veguhere tiştekî çawa. Li aliyekî hêzên girêdayî HTŞ’ê êrişî Elewiyan dikin û li hêla din jî dewleta tirk û çeteyên wê SMO jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî geşedanên dawî axivî diyar kir ku çareseriya krîza li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e û got:“Bi pêla serhildanên 2011’ê ve lêgerînên ji bo modêleke alternatîf çêbûn. Di encama van lêgerînan de jî projeya Neteweya Demokratîk ava bû. Vê modêlê nîşan da ku pêkvejiyan, pêkan e. Yek ji hîmên bingehîn ên projeya Neteweya Demokratîk, têkoşîna azadiyê ya jinan e. Jin ne tenê dînamîkeke civakê ne, her wiha pêşengên veguherînê ne. Têkoşîna Birêz Abdullah Ocalan a bi salan û perspektîfa têkildarî azadiya jinê, di avakirina vê projeyê de xwedî roleke krîtîk e.”
Êriş û gefên Tirkiyeyê
Xelîl, destnîşan kir ku modêla Neteweya Demokratîk ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê ji bo pêşeroja tevahiya Sûriyeyê jî hêviyeke û got:“Ev modêl, ji ber êrişên dewleta tirk û komên çekdar ên piştgiriyê dide, her tim di bin gefan de ye. Dewleta tirk bi êrişên ser Minbic, Til Temir û Tişrînê dixwaze di nava gelên herêmê de tirsê belav bike. Ev êriş ne tenê avadaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de gefê li yekitî û pêşeroja Sûriyeyê jî dixwin. Divê hêzên navneteweyî li dijî van mudaxileyan bikevin nava tevgerê.”
Kongreya neteweyî
Aldar Xelîl, anî ziman ku ji bo aştî û îstîqrara Sûriyeyê divê pergaleke xwe dispêre projeya Neteweya Demokratîk were avakirin û got:“Divê kongreya neteweyî ku tevahiya pêkhateyên civakê tîne gel hev were lidarxistin. Divê destûreke bingehîn a xwe dispêre wekheviya hemû gelan di vê kongreyê de bê amadekirin. Divê ev destûra bingehîn, mafên çandî û siyasî yên gelan misoger bike û rêveberiya navendî red bike. Hewceye Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên din xwedî heman mafê gotinê bin. Pêşengtiya jinan, ji bo serkeftina projeya Neteweya Demokratîk pir jiyanî ye. Ev modêla li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwe dispêre nûnertiya wekhev a gelan û jiyaneke aştiyane. Heke ev modêl li tevahiya Sûriyeyê belav bibe, wê gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser bibin. Nexwe wê şer û krîz bidomin.”
MA/DELAL AKYUZ