Rêber Abdullah Ocalan çi got?

În 3 Çile 2025 - 03:00

  • Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina di 2013’yan a bi heyeta Îmraliyê re kir, pêşniyarên çareseriyê yên anîbû ziman rojevîbûna xwe îro jî diparêzin.

Rêber Abdullah Ocalan ji dema komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku anîn Tirkiyeyê heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Bi salan ku hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re hat astengkirin, yekem car di 3’ê Çileyê 2013’an de siyasetmedar çûn Îmraliyê. Parlamenterên demê yên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Ayla Akat Ata û Ahmet Turk bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.

Di hevdîtina hat kirin de Rêber Abdullah Ocalan der barê çareseriya demokratîk de peymanên girîng dan. Pêşniyarên ku Rêber Abdullah Ocalan 11 sal berê anî ziman rojevîbûna xwe îro jî diparêzin.

Bêpevçûnî û rola parlamentoyê

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinê de da zanîn ku ji bo bêpevçûnî pêk bê gava ku parlamento bavêje girîng e û wiha got: “Ji bo gerîlla bikeve hawira bê pevçûn, pêwîst e komîsyonek bi qanûnê li meclîsê bê avakirin. Dikare jê re were gotin Komîsyona Heqîqetê, an jî dikare were gotin Komîsyona Lihevkirin an jî Lihevanînê. Ger gerîla vekişe, ji bo pêşî li tundiya li ser gel bê girtin, divê Meclîsa Aştiyê bê avakirin. Vegera gund û tazmînata ku bê dayîn dê di bin banê Meclîsa Aştiyê de be. Hûn  ji van re dibêjin Mirovên Aqilmend in? Pêvajo ji aliyê wan ve li cihê bûyerê tê şopandin. Divê li Tirkiyeyê pêvajo ji aliyê kesên xwedî wijdan ve ji nêz ve bê şopandin û di vî warî de rol bê lîstin."

Destûra Bingehîn a 1921’ê

Rêber Abdullah Ocalan bi lêv kir ku gelê Kurd û aliyê îslamî ligel azadî û mafên aliyan divê hebûna gelê Kurd qebûl bike û wiha daxuyand: “Ne tenê zimanê wî, divê mejî û laşê wî, yanî hebûna wî jî were qebûlkirin. Bêyî ku rastiya Kurd ji aliyê meclîsê ve were qebûlkirin hûn ê destûrek bingehîn a çawa çêbikin? Di vî warî de hûn dikarin Destûra Bingehîn a sala 1921'ê û Pêşnûmeya Îslahata Kurdî ya ji bîst madeyan pêk tê ji xwe re esas bigirin.”

Plana çalakiyê

Rêber Abdullah Ocalan planek çalakiyê jî pêşkêş kir û got: “Em dixwazin Kurdan bikin yekîneyeke demokratîk. Bêyî vê di Destûr û qanûnên Tirkiyeyê de aştî pêk nayê. AKP dibêje pêwîstî bi vê yekê nîne. Ji ber vê yekê, em ê çawa bijîn? Bêyî îfadeya qanûnî û destûrî ya bîst milyon kesî em ê çawa bijîn? Ji ber vê yekê ez planek çalakiyê derdixim pêş. Ez astên vê yekê destnîşan bikim.

Rewşa li Sûriyeyê

Rêber Abdullah Ocalan bal dikşîne ser rewşa Sûriyeyê û  got divê ereb tevli parastina cewherî bên kirin, berovajî vê wê îmha pêk bê.

Yekîtiya netewî

Rêber Abdullah Ocalan  ji bo yekitiya Kurdan jî got daxuyakirin ku divê bi tevlibûna hemû parçeyan konferansek netewî pêk bê.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.