YPJ’ê peyama xwe da

Duşem 6 Çile 2025 - 03:10

  • Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn diyar kir ku YPJ'ê di sala 2024'an de xwe gihandiye gelek jinên cîhanê û peyama xwe daye wan. Têkoşîna li Bendava Tişrîn û Qereqozaxê rengê berxwedana serdema nû diyar kir.

Ji fermandarên YPJ'ê Rohilat Efrîn, têkoşîna YPJ'ê ya sala dawî bi taybet şerê îro li herêmê û berxwedana YPJ'ê ya li vir ji ANF'ê re nirxand. Rohilat Efrîn, diyar kir ku YPJ’ê di çarçoveya têkoşîna xwe ya bi salan de bû dengê hemû jinan û wiha got: “YPJ’ê hêza deng û berxwedanê ya hemû jinan e û di vî şerî de erka xwe ya pêşengiyê dilîze. Li hemberî hêzên ku hewl didin vê hêzê bişkînin û tine bikin her roj bi hemû hêza xwe têkoşîneke mezin dide. Di vê salê de li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêma me têkoşînek mezin hat dayîn û operasyonên pir berfireh hatin lidarxistin. Îsal jî konferans û gelek civîn hatin lidarxistin. Bi van xebatan re li ser girîngiya jiyanî ya rêxistinbûyîna hevpar a jinên cîhanî û yên herêmî rawestiya. Di vê çarçoveyê de YPJ’ê xebatek di asteke bilind de pêk anî. YPJ’ê bi konferansa ku di nava salekê de li dar xist, armanc dike ku planên ku di serê salê de danîbûn pêşiya xwe pêk bîne û mîsyona ku ji bo jinên li çar aliyên cîhanê di aliyê rêxistinî, bîrdozî û leşkerî de çalaktir û encamgir pêk bîne. Jin ji bo parastina xwe û parastina hebûna xwe di şerê sêyemîn ê cîhanê de encax bi rêxistinbûn û parastina xwe ya di asta herî jor de dikarin xwe biparêzin.

YPJ parêzvanê hemû jinan e

Her wiha di Komxebata Parastina Jinê de hate diyarkirin ku hêza jinê ya xweparastinê modela YPJ’ê ye ku bi salan e bi têkoşîn û biryardariyeke mezin hatiye birêxistinkirin. Li vir jinên Efxanî, jinên Îranî û gelek jinên din peyam û daxwazên xwe ji me re ragihandin. Weke YPJ’ê xwegihandina van jinan ji xwe re kiriye armanca sereke. Bi vî rengî me hewl da nîşanî hemû cîhanê bidin ku YPJ ne tenê ji jinên Kurd, parêzvan û piştevanên hemû jinên cîhanê ye. Û me karî xwe bigihînin gelek jinên cîhanê û peyama xwe bidin wan.”

DAIŞ xwe jinûve ava dike

Rohilat Efrînî anî ziman ku DAÎŞ sala 2025’an ji bo xwe weke sala vejînê dibîne û got:“Bi Baxozê re dibe ku DAÎŞ ji aliyê erdnîgarî ve bi dawî bûbe. Lê DAÎŞ'ê bi şêwazeke nû hewl da xwe careke din nû bike. A rast di sala 2024’an de ji bo xwe ji nû ve ava bike, taktîka xwe guhert. Bi derbasbûna sala 2025’an re bi êrîşên ku li Emerîka û Elmanyayê pêkaniye re, xwest hebûna xwe careke din nîşan bide. Dibe ku li cihên cuda jî êrîşên bi heman rengî pêk bîne. A rast dibe ku DAÎŞ êrîşên îro yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bendava Tişrînê bo xwe mîna firsendek bibîne û li gelek welatên cuda dest bi êrîşên nû bike. Weke YPJ’ê me sala borî gelek operasyon û çalakiyên taybet pêk anîn. Bi vî awayî li vir gelek çalakî û planên êrîşê yên DAÎŞ’ê hatin têk birin. 

Çareserî Netewa demokratîk e

Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn, diyar kir ku ji bo Sûriyeyê tekane modela çareseriyê netewa demokratîk e û wiha got:“Divê Sûriyeya nû vê yekê ji xwe re esas bigire. Hişmendiyeke berovajî vê wê bibe qetlîam, qirkirin û dagirkerî. Bêguman em jî gelek baş dizanin ku ev pergal herî zêde wê zirarê bide jinan û jin dê bibin qurbana vê pergalê. Heger li dijî feraseta yekdest jin helwest û berxwedaneke xurt nîşan bidin, dê bikarin vê feraseta yekdest ji holê rakin. Di têkoşîna 12 salane de hemû cîhanê dît ku jin li dijî hemû êrîşên dijwar dikarin bersiva herî xurt bidin. Îro, di nav yekîtiya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heyî, ji hemû pêkhateyên civakî jin tê da cih digirin û helwesteke xurt nîşan didin. 

Hesabên wê serûbin bûn

Hêzeke li dijî me şer dike heye. Ev ji van valahiyan îstîfade dike û dixwaze destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Di vê çarçoveyê de, berxwedana ku îro li Bendava Tişrînê û têkoşîna li Qereqozaxê tê dayîn rengê berxwedana serdema nû diyar kiriye. Dewleta Tirk ji bo ku bendavê bi dest bixe, bi israr bi çeteyên xwe re her cure êrîşê dike. Lê ez dikarim vê yekê bibêjim ku di rojên dawî de rûmeta vî dijminî hat serûbinkirin. Ev şervan hêza xwe ji gelê xwe, dayikên şehîdan û malbatên xwe digirin. Ew li vir tola şehîdên şoreşê digirin. Em jê bawer in ku têkoşîna li vir tê dayîn, wê careke din model û berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo cîhanê bike mînak.”

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.