Êriş rê li DAÎŞ'ê vedike
Duşem 6 Çile 2025 - 02:40
Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl da zanîn êrişên dewleta tir a dagirker rê li ber vejandina DAÎŞ'ê vedike û banga xwedîderketina li Rêveberiya Xweser kir.
Çeteyên DAIŞ'ê, piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Minbicê, bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê, tevger û êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl têkildarî mijarê axivî.
El Dexîl diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re mijûl in û wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk rê li pêşiya vejandina şaneyên DAIŞ'ê, ji wê zêdetir vejandina DAIŞ'ê vedikin. Rêveberiya Xweser di vî warî de gelek hişyarî da û banga rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker kir."
El Dexîl diyar kir ku her tim bi gel re dicivin û geşedanên dawîn ji wan re radigihînin. Di heman demê de anî ziman ku Rêveberiya Xweser beşeke erdnîgariya Sûriyeyê ye û weke ku di hevpeymana civakî de hatiye nivisîn, hewl dide pêkhateyên xwedî nêrînên cuda bigihîne hev û têkiliyeke baş bi herêmên din ên Sûriyeyê re çêke.
El Dexîl bang kir ku gelê herêmê xwedî li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku 14 hezar şehîd û bi hezaran birîndar di oxira şoreşê de daye, derkevin.
ANHA/DÊRAZOR